Pêşewa Hewramanî: Ti hinceteke teknîkî ji bo dubare hinardekirina petrola Kurdistanê nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Recep Tayyip Erdogan yekem Serokkomarê Tirkiyeyê ye ku serdana Herêma Kurdistanê kiriye. Herwiha got: “Tirkiye xwedî bandoreke mezin e li herêmê û sînorekî wê yê dirêj bi Herêma Kurdistanê re heye.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî li ser serdana Erdogan bo Hewlêrê ji K24ê re ragihand, pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê yên aborî yên dirêj û dîrokî hene, gelek pirs hene Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hev ve girê dide.

Hewramanî her wiha got, Herêma Kurdistanê nabe li derveyî wan girêbestên ku ku Recep Teyip Erdogan bi Iraqê re îmze kirine, bimîne.

Diyar kir jî: Herêma Kurdistanê di warê jeopolîtîk, ewlehî û aborî de xwedî cihekî girîng e. Herwiha got:  Aliyên herêmê li ser bingeha hevbeşiyê bi hikûmeta Herêma Kurdistanê tevdigerin.

Derbarê peywendiyên di navbera Enqere û Hewlêrê de jî, Hewramanî got: Tirkiye dixwaze pêwendiyên wê yên baş bi Herêma Kurdistanê re hebin.

Hewramî got jî, Tirkiye hewl dide keşûhewayeke guncayî ji bo diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbike, ji ber ku Tirkiye wek welatekî bibandor dikare di vê mijarê de rolekê bilîze.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, Herêma Kurdistanê di warê aborî de xwedî pêgeheke mezin e û tevgera bazirganiyê di navbera Tirkiye û Iraqê de, bi awayekî mezin di deriyê Îbrahîm Xelîl re tê kirin.

Derbarê dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de jî, Pêşewa Hewramanî got, rêkeftin di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya derbarê hinardekirina petrolê de hatiye kirin, lê nehatiye cîbicîkirin, ti behaneyeke teknîkî ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê nîne.

li ser rêya geşepêdanê û giringiya Herêma Kurdistanê, Hewramanî got: “Bila em bi vê pêngavê dilxweş nebin, ji ber ku hikûmeta federal hewl dide Herêma Kurdistanê ji vê projeyê sûdmend nebe. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna bi berpirsên hikûmeta federal re û herwija bi Erdogan re daxwaz kir ku bajarên Herêma Kurdistanê li derveyî projeya rêyên geşepêdanê nemînin, ji ber wê em her hewlekê didin ku ev mijar  weke mijarên din lê neyê.”