Pêwendiyên aborî yên navbera Diyarbekir û Hewlêr xurt dibin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di sala 2023yan de ji Diyarbekirê hinardeya herî zêde ji bo Iraqê hatiye kirin û piraniya vê hinardeyê jî ji bo paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê hatiye tomarkirin. Karsazên Diyarbekirê û Rêveberên Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê, girîngiya hinardeya navbera Diyarbekir û Hewlêrê û amarên hinardeya ku tê kirin ragihand.

Ji bo pêwendiyên aborî yên navbera Diyarbekir û Herêma Kurdistanê bi pêş bikevin, gelek karsazên ku bi taybetî kel û pelên xwe ji bo Hewlêrê hinarde dikin hene. Ozgur Mehmetoglu jî yek ji van karsazan e. Karsazê Kurd ku di heman demê de endezyarê nefte ye, kel û pelên avahîsaziyê difiroşe paytexa Herêma Kurdistanê Hewlêrê û diyar kir û ew beriya her tiştî bi hestên neteweyî nêzîkî vê bazirganiyê dibe.

Karsaz Ozgur Mehmetoglu ji K24ê re got: “Li Tirkiyeyê ji çend salan carekê qeyranên aboriyê çêdibin û carinan asta wan derdikeve jor carinan jî kêm dibe. Ji ber ku tiştên wisa tên serê me, min jî xwest ku li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Hewlêrê pêwendiyên bazirganiyê çêbikim. Ji bo me baş jî bû. Lewra hem li gorî hestên me bû hem jî fersendeke mezin bû. Ji ber ku li wê derê gelek bajar û bajarok ji nû ve tên avakirin û ev jî nûjeniyê bi xwe re tîne.”

Di sala 2023yan de ji sedî 41ê hinaredeya Diyarbekirê, ji bo Iraqê hatiye kirin û ji vê hinardeyê 231 milyon dolar hatiye bidestxistin. Rêveberên Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê jî didin zanîn ku her çiqas amarên 2023yan ên hinardeya navbera Diyarbekir û Hewlêrê hinek kêm bûbûn jî wan di 4 mehên îsal de kêmasiya çêbûbû dagirtiye.

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê Mehmet Kaya dibêje: “Dema ku em li potansiyela hinardeya Diyarbekirê dinihêrin, para Herêma Kurdistanê, bi taybetî para Hewlêrê ji sedî 50 ye û her ku diçe jî ev par zêde dibe. Helbet em pêwendiya xwe tenê bi amarên hinaredeyê napîvin lewra gelek marka û maxazayên karsazên Diyarbekirê li Hewlêrê hene. Di navbera jûra me û ya Hewlêrê de jî peyman heye û em di pêşangehan de piştgiriya hev dikin. Di 30 Nîsanê de şandek ligel Parêzgarê Hewlêrê tê vê derê û beşdarî pêşangeha cotkariyê dibe. Di demeke nêzîk de dê seferên asîmanî yên navbera Hewlêr û Diyarbekirê jî dest pê bikin û pê re dê di navbera me de geşta çand, dîrok û tenduristiyê jî dest pê bike.”

Rêveberên qada bazirganiya Diyarbekirê bi xebatên xwe hewil didin ku pêwendiya aborî ya navbera Diyarbekir û Hewlrê xurttir bibe. Ji bo vê jî di navbera herdu aliyan de pêwendî zêde dibin da ku rêjeya hinardeyê ji bo Herêma Kurdistanê hîn zêdetir bibe.