50 sal bi ser bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaiyê re derbaz dibin

Dîmenekî bajarê Qeladizê piştî wêrankirinê û veguhastina xelkê wê ji aliyê Rijêma Beis ve
Dîmenekî bajarê Qeladizê piştî wêrankirinê û veguhastina xelkê wê ji aliyê Rijêma Beis ve

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro 50 sal bi ser bombebarankirina bajarê Qeladizê bi çekê qedexekirî ji aliyê balafirên Rijêma Beis ve derbaz dibin, ku navenda bajarê Qeladizê û Zanîngeha Silêmaiyê bi bombeyên Napalm bombebaran kirin û gelek welatî û xwendekarên zanîngehê şehîd û birîndar kirin.

Seet 10:00 ê sibeha roja 24ê Nîsana 1974ê bû, Rijêma Beis bi çar balafirên şerî êrîş kir ser bajarê Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê ku hingê pareke wê zanîngehê li Qeladizê bû, 163 welatî şehîd bûn ku neh ji wan xwendekarên zanîngehê bûn û nêzî 300 welatiyên din jî birîndar bûn, herwesa zirar gehişt avahiyê Zanîngeha Silêmaniyê û çend dezgehên din ên hikûmî û zêdetirî 200 xaniyan.

Rijêma Beis di çarçoveya pilanên nehêlana gelê Kurd de ji sala 1978ê heta 1979ê xelkê piraniya gundan ji bo kempên bivê-nevê yên Pêmalk, Bestestên, Çwarqorne û Tuwesoranê veguhastin û tevaya gundan bi mizgeft ve wêran kirin.

Piştî derbazbûna heşt salan bi ser wê êrîşa balafirên şerî yên Îraqê re, xelkê Qeladizê di roja bibîranîna qurbaniyan de li 24ê Nîsana 1982ê bi awayekî cuda ji salên bertir bi xwenîşandanê nerazîbûna xwe li dijî Rijêma Beis diyar kir û serê xwe hilda û ev drûşim got:

“Bi gule û xilf û sêdar, natirse ev bajar”

“Şehîd xwîna xwe dide, azadiyê bi dest dixe”

“Bîst û çarê çar e, cihê kêlba seyê har e”

“Hêza gel ji bin naçe, şehîdbûn diktora ye”

Lê careke din hêzên Rijêma Beis bi guleyan bersiva xwenîşandana welatiyan da û di encamê de du jin şehîd bûn û pênc kesên din jî birîndar bûn.

Piştî şerê heştsalî yê Îraq û Îranê, careke din Rijêma Beis li jêr navê deverên qedexekirî pêla veguhastina gund û avahiyên Kurdistanê bi cih anî û tevaya sinorê Pişderê wêran kir û xelkê wê jî li ser kempên bivê-nevê yên Xebat, Cidîde, Kewrgost, Topzawa û Daretûyê li bajarê Hewlêrê belav kirin.

Qeladizê li sala 1893ê ji aliyê Osmaniyan ve bûye qeza û niha di sinorê Îdareya Raperînê ya parêzgeha Silêmaniyê de ye û bi bajarê Serdeştê yên Rojhilata Kurdistanê re hevsinor e.

Rûdanên Qeladizê ev in:

-         Li serdema Ebdiselam Arif li sala 1963ê, Hikûmeta Îraqê bajarê Qeladizê bombebaran kir.

-         Li serdema Ebdirehman Arif li sala 1966ê, Hikûmeta Îraqê bajarê Qeladizê bombebaran kir.

-         Li roja 24ê Nîsana 1974ê, balafirên şerî yên Rijêma Beis bajarê Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê bombebaran kirin.

-         Pêla yekê ya veguhastina bivê-nevê ya Rijêma Beis li sala 1977ê bû ku xelkê gundên binarê Qendîlî vegirtin.

-         Pêla duyê ya veguhastina bivê-nevê ya Rijêma Beis li sala 1978ê bû ku herifandina gundan vegirt û xelkê wan ji bo kempên Bestestên, Tuwesoran, Jarawe û Pêmalkê hatin veguhastin.

-         Careke din veguhastina kempa Bestestênê li sala 1981ê.