Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê berê yê Musenayê dike

Serok Barzanî û Ehmed Menfî Cewde
Serok Barzanî û Ehmed Menfî Cewde

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê berê yê Musenayê dike û pê re danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraqê û rewşa parêzgehên wê dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 25.04.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Parêzgerê berê yê Musenayê Ehmed Menfî Cewde kir.

Li dû ragehandina Baregayê Barzanî, her du aliyan di wê hevdîtinê de dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Îraqê û rewşa parêzgehên wê û jîn û jiyara welatiyan li hev guhertin.