Berê binyatî ji bo du pirojeyan li Şêladizê hat danan

Navenda Nûçeyan (K24) - Li jêr çavdêriya Parêzgerê Dihokê, berê binyatî ji bo du pirojeyên xizmetkariyan li sinorê nahyeya Şêladizê ya girêdarî qezaya Amêdiyê hat danan. Parêzgerê Dihokê tekez jî kir, “bicihanîna pirojeyên xizmetkarî dê berdewam be”.

Li jêr çavdêriya Parêzgerê Dihokê Elî Teter, îro (Pêncşem, 25.04.2024) berê binyatî ji bo her du pirojeyên Kornîşê Rûbarê Rûyê Şîn bi gojimê zêdetirî sê milyar û 272 milyon dînaran û Yarîgeha Werzişê bi gojimê zêdetieî yek milyar û 456 milyon dînaran li sinorê nahyeya Şêladizê ya girêdayî qezaya Amêdiyê hat danan.

Parêzgerê Dihokê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ji K24ê re ragehand, “Heftiya bê em dê vebigerin Amêdiyê û dê berê binyatî ji bo rêyeke geştyarî, Dadgeha Amêdiyê û Kolîja Perwerdeya Binyat a Amêdiyê dabinin”.

Elî Teter tekez jî kir ku, ew dê li ser bicihanîna pirojeyan berdewam bin û li paşerojeke nêzîk dê berê binyatî ji bo hejmareke pirojeyên xizmetkarî li nahyeyên Kanî Masê, Bamernê û Dêrelokê li sinorê qezaya Amêdiyê dabinin.

Navbirî eşkere jî kir, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî giringiyeke taybet dide sinorê qezaya Amêdiyê û wan wekî hikûmet biryar daye bicihanîna pirojeyên xizmetkarî li wî sinorî zêde bikin”.