Guhdar Şêxo: Me ji bo sê mereman serdana Qeterê kiriye

Guhdar Şêxo
Guhdar Şêxo

Navenda Nûçeyan (K24) - Ev sê roj in ku şandeke Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê serdana Dewheya paytexta Qeterê kiriye û danûstandin li ser sih mijaran kirine, wekî “warên weberhênanê, îdarî û destexûşkbûna navbera Zaxo û Dewheyê û werzişê”.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro (Pêncşem, 25.04.2024) ji K24ê re ragehand, “Şandeke Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê serdana Zaxoyê kiriye”. Herwesa got, “Me çend hevdîtin kirine, ku sê mereman vedigirin, ew jî “warên weberhênanê, îdarî û destexûşkbûna navbera Zaxo û Dewheyê û werzişê”.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê tekez jî kir, “Ew civînên hatine kirin dilxweşker bûn, xasma di warê weberhênanê de”.

Guhdar Şêxo amaje jî da, “Em bi weberhênerên Qeterî re rûniştine û me rewşa Kurdistanê şirove kiriye, herwesa li paşerojê şandeke weberhênerên Qeterê jî dê serdana Zaxoyê bikin”.

Navbirî eşkere jî kir, “Me serdana Serokatiya Şaredariya Dewheyê kir û pê re me behsa çawaniya karkirina şaredariyê û pakijkirina bajar û mijara endazyariyê kir”.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê li dawiyê jî got, “Em bi destexûşkbûna Zaxo û Dewheyê gelek dilxweş bûn, tîmên wan dê bên Zaxoyê û kar dê li ser hindê bê kirin ku mijara wê destexûşkiyê bê bicihanîn û îmza li ser bê kirin. Vê yekê jî dê feydeyekî baş ji bo Zaxoyê hebe”.