Keyhan Zirarî: 29emîn Dîdara Zanîngehên Welatên Erebî li Hewlêrê tê kirin

Keyhan Zirarî
Keyhan Zirarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Ragirê Kolîja Polîteknîkî ya Zanîngeha Selahedînê radigehîne, “Bi tevlîbûna 70 nûnerên zanîngehên welatên Erebî, 29emîn Dîdara Erebî ya Lihevguhertina Derfetên Rahênanan tê kirin”.

Ragirê Kolîja Polîteknîkî ya Zanîngeha Selahedînê Keyhan Zirarî îro (Yekşem, 28.04.2024) di çarçoveya geşteke nûçeyên K24ê de ragehand, “Îro Zanîngeha Polîteknîkî mêvandariya 29emîn Dîdara Erebî ya Lihevguhertina Derfetên Rahênanan bi stûyê xwe ve digire”.

Keyhan Zirarî herwesa got, “Nêzî 70 nûnerên zanîngehên welatên Erebî tevlî vê dîdarê dibin. Ji zanîngehên Kurdistanê jî, Zanîngeha Polîteknîkî û Zanîngeha Selahedînê û Zanîngeha Hewlêrê ya Pizişkî tevlî wê dibin. Ev dîdar ji bo piştevanîkirina wan zanîngeh û xwendekaran e yên ku tevlî dabînkirina derfetên rahênanan li wan zanîngehan dibin ên ku tevlî Yekîtiya Zanîngehên Erebî bûne, herwesa ev dîdara Erebî li bin sihwaneya Yekîtiya Zanîngehên Erebî û bi Civata Erebî re kar dike, ev jî ji bo dahênana xwendekaran”.

Navbirî tekez jî kir, “Vê dîdarê dê bandoreke gelek baş ji bo xwendekarên Zanîngeha Polîteknîkî ya Hewlêrê hebe, ji bo ku tevlî derfetên rahênanan li welatên Erebî bibin”.

Ragirê Kolîja Polîteknîkî ya Zanîngeha Selahedînê amaje jî da, “Zanîngeha Polîteknîkî ji sala 2015ê ve endama Zanîngehên Erebî ye, herwesa hejmareke xwendekarên me çûne welatên Erebîû xwendekarên welatên Erebî jî hatine zanîngeha Polîteknîkî ya Hewlêrê û rahênan kirine, ku ew rahênan dibin sedema pêşxistina şiyanên zanistî û akademî yên xwendekaran, herwesa dibin sedema vedîtina behreyên veşartî yên xwendekaran û bikarxistina wan şiyanan ên ku di çar salên zanîngehê de ji bo wê yekê wergirtine ku di sûka karî de feydeyî jê werbigirin”.