Dilşad Mihemed Seîd: Festîvala Semayê ya Dihokê hunerê Kurdî yê her çar parçeyên Kurdistanê kom kiriye

Dilşad Mihemed Seîd
Dilşad Mihemed Seîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Hunermendekî muzîkjen ê Kurdistanê dibêje, “Giringiya Festîvala Semayê ya Dihokê di wê yekê de ye ku nimûneyên hunerê Kurdî ji her çar parçeyên kurdistanê li xwe kom kirine”.

Hunermendê muzîkjen ê Kurdistanê Dilşad Mihemed Seîd duhî (Duşem, 29.04.2024) di çarçoveya birêveçûna Festîvala Semayê ya Dihokê de ragehand, “Giringiya Festîvala Semayê ya Dihokê di wê yekê de ye ku nimûneyên hunerê Kurdî ji her çar parçeyên kurdistanê li xwe kom kirine”.

Dilşad Mihemed Seîd amaje jî da, “Giringiyeke din a vê festîvalê di wê yekê de ye ku sala bê û salên paştir jî berdewam be û nimûneyên baştir û cudatir pêşkêş bike”.

Serperiştê Hunerî yê Festîvala Semayê ya Dihokê Ehmed Mişextî jî ragehand, “13 kom ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî vê festîvalê bûne û di bernameya me de ye ku ji bo salên bê vê festîvalê bikin festîvaleke navdewletî”.

Festîvala Semayê ya Dihokê duhî (Duşem, 29.04.2024) bi sponsoriya Kurdistan24ê dest bi kar û çalakiyên xwe kir û îro jî berdewam dibe. Ev festîval li Hola Konfiransan a Senterê Rewşenbîrî û Civakî yê Zanîngeha Dihokê bi rê ve diçe.