Navçeyên Kurdistanî yên li Deşta Neynewayê ji xizmetguzariyan bêpar in

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Deşta Neynewayê, deşteke berfireh û geş e, lê rûniştvanên wê di navbera pirsa cîbicînekirina madeya 140 û nebûna xizmetguzariyên sereke de. bêhêvî ne û nizanin dê heta kengê dê çarenivîsa wan yekalî bibe.

Niştecihê gundê Sirêçkê yê Deşta Neynewayê, Naîf Sirêçkî ji K24ê re ragihand: “Mixabin ji sala 2003an ve çarenivîsa me di çarçoveya madeya 140 de, ne diyar e. Piştî şerê rizgarkirina Iraqê, me çaverê dikir ku herêma me di warê xizmetguzariyê de bipêş bikeve û geşbûneke zêdetir bibînin, lê berovajî wê bû.”

Rêveberê dibistanê Xazî Esaf ji K24ê re got: “Cibicînekirina maddeya 140’ê ziyaneke mezin gihandiye me. Em hîn jî ji xizmetên bingehîn ên wekî av, elektirîk û rê bêpar in û dibistanên me jî têrê nakin. Ji ber vê yekê em bang li her du hikûmetên federal û Herêma Kurdistanê dikin ku çarenivîsa sînorê madeya 140 diyar bikin û çareser bikin.”

Di sala 2005an de, piştî pesendkirina destûra hertimî ya Iraqê û danîna maddeya 140 ji bo diyarkirina çarenivîsa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, welatiyên ku li deşta Neynewayê dijîn, bi hêvî bûn ku ew madde I demeke kurt de bê cibicîkirin, lê hikûmeta Iraqê bi berdewamî ji cîbicîkirina madeyê dûr ketiye.

Serokê Desteyan Navçeyên Kurdistanî serdana Deşta Neynewayê kir û ligel çend aliyên pêwendîdar û rêveberiya xwecihî ya Mûsilê û deşta Nînowa civiya, ji bo danîna peywendî û hevahengiya zêdetir di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de, ji bo xizmetkirina baştir ji welatiyan re heta cîbicîkirina maddeyê.

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan ji K24ê re ragihand: “Serdana min bo herêmê, ji bo ku em ji nêzîk ve haydarî rewşa herêmê bibin û piştgirî bidin projeyên xizmetguzarî. Me di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji wan re gotiye ku çi ji destê me bê emê ji bo wan bikin. Herwiha me tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê rêveberiya parêzgeha Neynewayê cudahiyê neke navbera herêman û zêdetir xizmetguzarî pêşkêşî rûniştvanên navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bike.”

Welatiyên navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û rûniştvanên Deşta Neynewayê piştî şerê rizgarkirina navçeyên wan ji destê DAIŞê û vegera bo warên xwe, çaverê bûn ku hikûmeta Iraqê xizmetguzariyên zêdetir bo navçeyên wan bike. Lê belê hikûmeta Iraqê û rêveberiya xwecihî ya Neynewayê bi guhnedana van deveran, welatî bêhtir bêhêvî kirin. Piştî serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Encûmena Parêzgeha Neynewayê soz da ku hewl bide xizmetguzariyên zêdetir pêşkêş navçeyên madeya 140 bike.