Nêçîrvan Barzanî: Bi mixabinî ve min nûçeya şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê bihîst

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di derheqa rûdana şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê de peyamek belav kir û tê de ragehand, “Bi mixabinî ve min nûçeya şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê bihîst ku ji ber wê şewatê ji bilî birîndarbûna hejmareke welatiyan û karmendên Bergiriya Şaristanî, zirareke zêde ya madî jî gehiştiye kedkarên wê sûkê”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 06.05.2024) peyamek belav kir ku tê de hatiye, “Ez daxwaza çarebûneke bilez ji bo birîndaran dikim û ez hevxemê kedkarên wê sûkê me ku zirar gehiştiye wan, di eynî demê de divê aliyên peywendîdar vekolaneke hûr ji bo sedemên wê rûdana nexwastî bikin”.

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa di peyama xwe de nivîsiye, “Ez spasiya tîmên Bergiriya Şaristanî, Hawarhatin, Polîs, Asayîş û Tendirustiyê dikim ku bi awayekî berpirsane erkê xwe bi cih aniye û rê li zêdetir belavbûna wî agirî girt”.

Nêçîrvan Barzanî amaje jî daye, “Pêdivî helwest li ser dubarebûna van rûdanan û lidûçûneke tevalî ji bo wê rûdanê bê kirin, herwesa kedkar jî zêdetir girêdayî rênimayan û bicihanîna rêkarên silametiyê bin”.

Serokê Herêma Kurdistanê di derheqa Sûka Qeyseriya Hewlêrê de got, “Ev sûk şûnwarekî dîrokî û sîmayekî xweşik ê paytexta Herêma Kurdistanê ye, lewma em hemî piştevaniyan radigehînin ji bo ku bi zûtirîn dem bê nûjenkirin”.

Şevêdî (05.05.2024) agir berbû pareke Sûka Qeyseriya Hewlêrê û piştî çend seetan ji aliyê Tîmên Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê ve hat kontirolkirin.