5 sal in xelkê ji ber nebûna avê dinalin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – 5 sal in xelkê Hesekê zehmetiyê di peydakirina avê de dibînin, mehekê heye û bi mehan nîne.

Ji ber qutbûna avê li ser bajarê Hesekê, hişyarî ji karesateke mirovî ya mezin tê dayîn, ji ber ku zêdetirî yek milyon kes li Hesekê ji avê bêpar mane, xelkê bajarê jî neçar in ku ava vexwarinê ji tankeran û bi nirxên ku ji karînên wan girantir bikirin.

Welatiya ji Hesekê Terfa Mihemed dibêje: “Mesrûfa avê li halekê û ya xwarinê li halekê ye, biqasî ku em didin avê, ewqasî em naxwin. Malbat me ji 6, 7 kesan e, bavê zarokan bi tenê kar dike û zarok dixwînin, em neçar dibin mesrûfê ji ser zarokan qut dikin, da ku avê bikirin. Xezana ava şor bi 35 hezarî ye

Ava digihe Hesekê, ji westgeha Elok e, ku li gundewarê Serê Kaniyê dikeve û ji dema dagîrkirina Tirkiye û grûpên çekdar ji wî bajarî re, av tê birîn. Welatiyên Hesekê jî gazindan dikin ku heta niha şûngirê westgeha Elok nehatiye dîtin û niha berê wan li havînê ye ku pêwstiya wan bi avê zêdetir e.

Welatî Zuleyxa Keleş: “3 xezanên min hene, heta ez wan dadigirim, ez 100 lîreyên Sûrî didim. Min ê ew 100 hezar li zarokên xwe xerc bikira, ma çima ez ê avê pê bikirim. Ev 3ê xezan, 2, 3 rojan xelas dibin. Havînan bandora avê gelekî li me heye.”

Welatî Elî Mihemed: “Dagirtina xezanekî bi 30 hezarî ye, anku 2 dolaran dike. Yanê mehê em nêzîkî 50 dolarî li avê didin, em nikarin dagirin, va ye em bikivin havînê dê rewş xiraptir bibe.”

Wêstgeha Elok  mezintirîn û girîngtirîn çavkaniya ava vexwarinê ye ji bajarê Hesekê û gundewarê wê re, nêzîkî 34 bîran li xwe digire û avê dighîne derdora yek miliyon kesî, tevî gotinên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê ku ew li ser dabînkirina jêderên din yên avê kar dikin, lê hîn jî ti çar e ji vê pirsgirêkê re nehatiye dîtin.