Çîn heşt hezar dibistanan li Îraq û Herêma Kurdistanê ava dike

Balyozê Îraqê li Çînê ji K24ê re: Peywendiyên diplomatî û bazirganî zêdetir tên pêşxistin
Şoriş Seîd
Şoriş Seîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozê Îraqê li Çînê taybet ji K24ê re radigehîne, “Hikûmeta Çînê li seranserî Îraq û Herêma Kurdistanê heşt hezar dibistanan ava dike û pilana wan jî wesa ye ku ji bo îsal pêşkeftina lihevguhertina baziragî ya navbera her du welatan bi rêjeya 1.1% be”.

Balyozê Îraqê li Çînê Şoriş Seîd di daxuyaniyeke taybet de ji şandiyê K24ê re got, “Qebareya lihevguhertina bazirganî ya Çîn û Îraqê sala borî 50 milyar dolar bûn, lê ji bo îsal biryar e zêdetir bê pêşxistin û qebareya lihevguhertinê bigehe 55 milyar dolaran”.

Şoriş Seîd herwesa got, “Di çarçoveya wê lihevkirina ji bo petrol beranberî weberhênanê hatiye kirin de, Hikûmeta Çînê heşt hezar dibistanan li Îraqê ava dike ku hejmareke wan bi ber Herêma Kurdistanê jî dikevin”.

Navbirî amaje da berfirehkirina peywendiyên diplomatî û zêdetir hêsankariyan ji bo bazirganan û got, “Çînê konsulxaneya xwe li Besreyê vekiriye û Îraqê jî, ji bilî Pekîna paytexta Çînê, konsulxaneya xwe li bajarê Gwanco yê rojhilata Çînê vekiriye. Ev jî zêdetir hêsankariyan ji bo bazirganan dikin ku zêdetir lihevguhertinan bikin”.

Balyozê Îraqê li Çînê herwesa got, “Îraq ji bo dabînkirina petrola Çînê li rêza duyê tê”.

Şoriş Seîd di derheqa kalitiya erebeyên Çînî de jî got, “Di sê salên bê de kalitiya wan bi awayekî tê çêkirin ku xwe li ber keş û hewayê Îraqê bigirin, lê heta niha çi lihevkirinên fermî yên hikûmetî di navbera her du hikûmetan de ji bo hinardekirina erebeyan nînin, tiştê heyî tenê peymanên bazirganî yên navbera kompaniyan in”.