Rêveberiya Xweser nirxê nan careke din bilind kir, welatî jî bi gilî ne

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser nirxê nan careke din li navçeyên xwe bilind kiriye, welatiyên Qamişlo jî gilî û gazinan dikin ku bihayê kelûpelan zêde dibe bêyî ku rewşa darayî ya kesên hejar li ber çav were girtin, herwiha dibêjin, nabe nirxê nan li navçeyên wan bilind bibe, ji ber ku ev navçe bi genimê xwe dewlemend e.

Desteya Aborî ya ser bi Rêveberiya Xweser ve careke din nirxê nan bilind kir û ji hezar lîreyan, kire 1500 lîre. Welatiyên Qamişlo jî gazinan dikin ku rojane bihayê kelûpelên sereke yên xwarinê zêde dibe, bêyî ku rewşa kesên hejar li ber çavan were girtin.

Welatî Ebdulrehman Ehmed dibêje: “Gerek e nan biha nekiribana, gelek tiştên din biha kirin, dibe, lê çênedibû nan were bihakirin, eger hin kes bikarin bikirin, gelek kes dahata wan kêm e û nikarin bikirin.”

Rêveberiya Xweser kontrola parêzgehên sereke yên berhemanîna genim dike, wek herêma Cizîrê, Heseke, Reqa û Dêrezorê, lewma welatî dibêjin li her cihekî nirxê nan bilind bibe normal e, lê ne li navçeyên di destê Rêveberiyê de, ku bi genimê xwe dewlemend e.

Welatî Şêxmûs Mehmûd dibêje: “Nan li kû derê biha bibe, divê li Cizîrê biha nebe, ji ber ku genimê me pir e. Em bi hêvî ne kesên ku biryaran derdixin, li rewşa gelê binêre. Kesên li vir mane, piraniya wan ên hejar in, malbatên bi kuflet, nan ji wan re giran e.”

Dawî car Rêveberiya Xweser nirxê nan bilind kir, li Êlûna 2023an bû ku wê demê ji 900 lîreyên sûrî kiribû 1000 lîre. Rêveberiya Xweser vê bilindkirinê jî, li daketina nirxê lîreya sûrî li bermaberî dolar vedgerîne, ku niha yek dolar li bermaberî 15 hezar lîreyên sûrî ye.