Aldar Xelîl: Vekişandina YPGê ji Efrînê ti tiştekî ji plana Tirkiyê naguhêre

Endamê Desteya Cibicîkar a TEV-DEMê Aldar Xelîl radigihîne, vekişandina YPGê ji Efrînê ti tiştekî ji plana Tirkiyê naguhêre. Ji bilî berxwedanê jî ti rê li pêşiya wan nîn e.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Cibicîkar a TEV-DEMê Aldar Xelîl radigihîne, vekişandina YPGê ji Efrînê ti tiştekî ji plana Tirkiyê naguhêre. Ji bilî berxwedanê jî ti rê li pêşiya wan nîn e.

Endamê Desteya Cibicîkar a TEV-DEMê Aldar Xelîl ji K24ê re ragihand, armanca êrîşa artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên pê re hevalbend li ser Efrînê ew e, dixwaze Kurdan tune bikin, miletê Kurd ji herêmê derxe û pêkhateyên din di wir de bicih bike û nakokiyan bixe di navbera Kurd û pêkhatiyên din de.

Got jî, li gor ku çekên artêşa Tirkiyê NATOyê bikar tîne û karînên wê yên leşkerî ku hêza NATO ya duyemîn e, piştî 51 rojan nekariye bigihe bajarê Efrînê, ev bixwe binkeftinek e û nikare derbasî Efrînê bibe.

Li ser egera vekişandina hêzên YPGê ji Efrînê, Aldar Xelîl got, Tirkiyê plan daniye ku bikeve Efrînê, Idlibê, Helebê û di piştre bigihihe Minbic û herêma Cezîrê û di piştre Mûsil û Kerkûkê, loma vekişandina YPGê ji Efrînê ti tiştekî ji plana Tirkiyê naguhêre. Ji bilî berxwedanê jî ti rê li pêşiya wan nîn e.

Li ser helwesta navdewletî û hevpeymaniya HSDê bi Amerîka û Rûsyayê de, Aldar Xelîl got, hevpeymaniya wan tenê di warê şerê li dijî DAIŞê de bû, lê li dawiyê jî Amerîka û Rûsya li gor berjewendiyên xwe tev digerin.

Derbarê daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê ya bi Amerîka re li ser Minbicê û rojhilatê çemê Ferêt li hev kirine, Aldar Xelîl got, ew ne di wê baweriyê de ye ku berjewendiya Amerîka di hatina Tirkiyê ji bo rojhilatê çemê Ferêt de ye, ku dê hevsengiya wan têk biçe û dibe jî DAIŞ ji nû ve serê xwe hilde.

Endamê Desteya Cibicîkar a TEV-DEMê da zanîn, pêwendiyên wan bi hêzên derve û navdewletî re hene, ji bo ku artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve êrîşî sivîlan neke.

Aşkere kir jî, ew grûpên Hêzên Şeibî yên hikûmeta Sûriyê şandibûn Efrînê, firokeyên Tirkiyê ew bombebaran kirin û hemû hatin kuştin û ti kes ji wan li Efrînê nemane.

Ragihand jî, êrîşa ku li ser Efrînê dibe, Rûsya bi riya Tirkiyê re wê êrîşê dike. Rûsya dixwaze Efrînê, Idlib û Cerablus û deverên din ji Sûriyê bibre û ser bi Tirkiyê ve bixe, belkî ji aliyekî ve Efrîn ser bi Bakurê Kurdistanê bikeve û nexşeya Bakurê Kurdistanê mezin bibe, lê ew ji Rojavayê Kurdistanê tê birîn. Lê ev yek ji aliyê Sûriyê û Netewên Yekgirî ve nayê qebûlkirin. 

 

 

S. B