Derbarê K24

Dezgeha Kurdistan24 bo Lêkolîn û Ragihandinê navendeke medyayî ya bêalî û pîşesazî ye, kar ji bo wê yekê dike ku bi awayekî bêalî nûçe û zanyariyên rast bo zêdetirîn temaşevanên Kurd-ziman li navçeyê veguhêze.

Bi rêya toreke medyayî ya rêkxistî (televîzyon, radiyo, malper) bi her du zaravên (Kurmancî û Soranî) bi zimanê Kurdî weşanê dike. Malpera me jî bi zimanên (Kurdî, Ingilîzî, Tirkî û Erebî) dest bi kar dike.

Rêbaza Karkirina Kurdistan24

Kurdistan24 dezgeheke taybet bi lêkolîn û ragihandinê ye, wek navendeke medyayî ya hemecureyî bi awayekî dirust, babetyane û li gor standartên “Berpirsyariya civakî”, erkên pêşesazî li hember (niştiman, civak û azadiya kesan) bicih dike.

Armanca dezgeha Kurdistan24ê ew e, geşepêdana wê sîmayê ye ku medyaya li Kurdistanê girtiye ber, da ku bibe riyeke ber bi cîhaneke nû ya karê ragihandinê li navçê bi giştî û li Kurdistanê bi taybetî.

Kurdistan24 bi riya toreke berfereh ji peyamnêran li Kurdistanê û piraniya welatên cîhanê bilez û bêalî bi dû bûyeran diçe û pêdaçûna hûr kêlî bi kêlî li ser wan babetên ku cihê girîngiya pêkhateyên cuda yên Kurdistanê ne dike.

Kurdistan24 ti astengek li ber proseya pêdeçûna li dû zanyariyan daneaniye. Kurdistan beşek e ji cîhaneke berfereh û ev jî dê di karê me de diyar bibe.

Kurdistan24 bi Kurdiyeke resen û pak berhemên xwe pêşkêş dike.

Kurdistan24 bi perensîpa hevsengî, babetbûn û berpirsyaretî romal û pêdaçûna rojnamevanî peyrew dike û li gor standart û etîkêtên rojnamevanî kar dike.

Peyama Kurdistan24

Kurdistan24 kar ji bo belavkirina kultura lêborîn, pêkvejiyan, aştî, demokrasî, dadperwerî û parastina mafên mirovan li Kurdistanê dike.

Kurdistan24 kar ji bo belavkirina kultura jîngeparêzî, perwerdeyeke tendurist, bilindkirina endametiya tak ji xak û niştimanê re dike.

Kurdistan24 mafê derbirînê ji hemû pêkhateyên cuda yên Kurdistanê û navçê, bi cudahiya bîr û ramanên olî, mezhebî û netewî misger dike.

Kurdistan24 girîngiyê dide hizra serxwebûna Kurdistanê dide.

Bînerên Kurdistan24:

Kurdistan (Iraq, Tirkiye, Îran û Sûriye), herwiha Kurdên li welatên Ewropa û bakurê Amerîka û Australiyayê.

Beşên me:

Kenala Esmanî ya Kurdistan24

Radiyoya Kurdistan24

Malpera Kurdistan24 bi zimanên Kurdî “Soranî û Kurmancî”, Ingilîzî, Erebî, Tirkî û Farisî.

Nivîsgehên Kurdistan24:

Başûrê Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Kerkûk)

Iraq (Bexda)

Bakurê Kurdistanê (Diyarbekir, Wan)

Rojavayê Kurdistanê (Qamişlo, Kobanê)

Tirkiye (Enqere û Stenbol)

Ewropa (Brûksel, Almanya, Siwêd)

Amerîka (Washington DC)

Rûsya (Mosko)

Frequencya Radyoya Kurdistan24

  • 98.7 : Hewlêr, Mûsil, Deşta Neynewa, Geyara, Mexmûr.
  • 99.7 : Hewlêr û derdora wê, Dihok û derdora wê.
  • 100.7 : Silêmanî û derdora wê, Helebce, Kerkûk û derdora wê.