Ji çar aliyên Kurdistanê zanyarên ola Îslamê li Diyarbekirê dicivin

Zanyarên Îslamê di axaftinên xwe de balê dikişinin ser Pirsgirêka Kurd û bangî serok û rêvberên dewletan dikin ku di çarçoveya felsefeya Îslamê de vê pirsgirêkê çareser bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê 3'emîn Civîna ya Zanyarên Îslamê tê li dar xistin. Di civînê de alimên ku ji çar aliyên Kurdistanê hatine cem li ser pirgirêkên li ser erdnîgariya Îslamê rû didin û pirsgirêkên fêrgehan diaxivin. Zanyarên Îslamê di axaftinên xwe de balê dikişinin ser Pirsgirêka Kurd û bangî serok û rêvberên dewletan dikin ku di çarçoveya felsefeya Îslamê de vê pirsgirêkê çareser bikin.

Li Diyarbekirê ji aliyê Yekitiya Medrese û Zanyarên Îslamê ve Hevdîtina 3'emîn ya Zanyarên Îslamê tê lidarxistin. Sekreterê Yekitiya Zanyarên Îslamê a Cihanî Dr. Elî Qeredaxî û ji çar aliyên Kurdistanê bi seden mela û dersdar beşdarî civînê dibin. Beşdaran di civînê de, li ser girîngî û kêşeyên medreseyan, berpirsiyariya zanyarên Îslamê ya li hemberî pirsgirêkên civakî û rêyên çareseriya pirsgirêkên li ser ernîgariya Îslamê axivîn.

Mamoste Zeyd ji Hewlêrê beşdarî hevdîtinê dibe û amaje dike ku; di Qur'an'a Hekîm de Xweda mafê her miletan parastiye û wekî her gelên cîhanê mafê Kurdan jî heye ku xwedî dewlet bin.

Mamoste Zeyd ji K24ê re wiha axivî: "Ayetên ku Xwedayê mezin di Qur'an'ê nivîsandiye ne tenê ji bo Ereb, Tirk , Faris û Kurdan e. Ew ji bo hemû miletan in. Xwedê Rebê hemû aleman e. Pêwîst e ku dewletek û hikûmeteke Kurdan jî hebe."

Di civînê de zanyarên Îslamê behsa felsefeya Îslamê jî dikin û naxwazin Îslam û tundî bi hev re bê vegotin. Zanyarên Alema Îslamê, amaje dikin ku li gorî heqîqeta Îslamê divê zilim li tu gelan neyê kirin û mafên çand, nasname û ziman werin parastin. Mela Beşîr Varol jî li ser girîngiya medreseyan û projeya 'Medresetûl Zehra' ya Bedîuzzeman Seîdê Kurdî pêşkêşiyek kir û amaje kir, mafê her miletekê heye ku bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne.

Mela Beşîr Varol dibêje: "Bedîêzeman xwestiyê sê ziman were xwendin. Ango giranî daye 3 zimana. Yek Erebî ye. Gotiye Erebî wacib e. Yek jî gotiğe Tirkî lazim e. Gotiye zimanê Kurdî jî caîz e. Divê zimanê Kurdî jî were xwendin û divê insan zimanê xwe bizanibe. Heger ew proje were cih dê ev yek hem ji bo Alema Îslamî hem jî bo welatê me Kurdistanê re sûdewar be."

Hevditina ku 2 rojan didome dê 14'ê Cotmehê roja Yekşemê bi aşkerekirina encamnameya danezanê bi dawî bibe. Tê çaverêkirin ku di encamnaya hevdîtinê de bang li serokdewlet û rêveberên dewletan jî were kirin ku mafên gelan li gorî rastiya Ola Îslamê nas bikin. Ev hevdîtin salê carekê di meha Cotmehê de tê lidarxistin û bi taybetî Zanyarên Ola Îslamê yên Kurd li ser pirsgirêk û rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêkên medrese, dersdêr û civakî li hev û din dicivin.