Tifaqa CHP, HDP û partiyên Kurdistanî di rojevê de ye

Li Diyarbekirê rayedarên HDP, CHP û PDK-Tirkiye hegera tifaqê nirxandin ku her sê alî jî erênî li tifaqeke xurt dinihêrin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Tirkiye û Bakur, Hilbijartinên Herêmî yên ku tê payîn di Adara 2019'an de werin kirin, li Bakur û Diyarbekirê jî di rojeva siyasetmedarên herêmê de ye. Li ser gotara Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç ku dibêje; divê li hember tifaqa Ak Partî û MHP'ê tifaqeke xurt were çêkirin û bi vê gotarê destnîşan dike ku dê bi Partiyên Kurdistanî re hevdîtinan bikin û pê re jî tifaqa bi CHP'ê re di rojevê de ye. Li Diyarbekirê jî rayedarên HDP, CHP û PDK-Tirkiye hegera tifaqê nirxandin ku her sê alî jî erênî li tifaqeke xurt dinihêrin.

Li Tirkiye û Bakur, ger ku biryara hilbijartineke pêşwext çê nebe; dê di Adara 2019'an de Hilbijartinên Herêmî çê bibin û partiyên siyasî dê ji bo bidestxistina şaredariyan, bikevin nav xebatên bangeşiyê. Li ser daxwaza HDP'ê ya tifaqa bi CHP'ê re, proseyên yasayî rê nadin ku tifaqeke fermî were kirin. Lê Serokê CHP'a Diyarbekirê Mehmet Sayin dibêje; fermî nebe jî tifaqeke fiîlî dikare bê kirin û piştî nirxandina desteya bilind a CHP'ê dê biryar werin aşkerakirin.

Mehmet Sayin ji K24ê re got: "Divê mirov rastiyê bibêje; li Bakur ne tenê CHP, tu siûda partiyên din jî tuneye ku di hilbijartinên herêmî de bi ser bikevin. Lewra HDP li herêmê bi rêjeyeke zêde şaredariyan distîne. Li bajarên din jî namzedên ku CHP derbixe, HDP jî dikare piştgiriyê bike, Partiya Îyî jî dikare piştgiriyê bike. Li cihê ku Partiya Îyî bi hêz be, CHP jî dikare piştgiriyê bike. Di vî aliyî de dibe ku tifaq hebin."

Ji bilî guftûgoyên ku li ser tifaqa HDP û CHP'ê tên kirin, tifaqa HDP'ê ya bi Partiyên Kurdistanî re jî car din ket rojevê û ev daxwaz vê carê ji aliyê HDP'ê ve tê kirin ku li hember tifaqa Ak Partî û MHP'ê; tifaqeke xurt a dengdêran çêbibe. Li gorî gotara Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç; ji bo pirsgirêkên li ser Hilbijartinên 24'ê Hezîranê derketibûn, HDP di nav xwe de nirxandinan dike û ji bo di Hilbijartinên Herêmî de car din ev hevdîtin bên kirin, xebatên wan dest pê kirine. Li ser vê yekê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş dibêje; ji bo tifaqeke sûdewar, dergehê me ji her partiyê re vekirî ye lê şert û mercên me jî ji bo HDP'ê hene.

Serokê Giştî yê PDK-Tirkiye Mehmet Emîn Kardaş dibêje: "Em dikarin careke din bi HDP'ê re rûnin. Lê em ê gelek tiştan ji wan bixwazin. Ne ku em ê tiştên berjewendiyê bixwazin, em ê soz û weadan bixwazin, em ê peymanan bixwazin. Ango ew çiqas dikarin bi vîna xwe tevbigerin, divê aşkera bikin. Ango hûn nikarin bi me re tifaqê bikin lê hûn dikarin bi çepên Tirkan re tifaqê bikin, Tifaqa we û CHP'ê di rojevê de ye, tifaq we û Partiya Îyî di rojevê de ye. Dê çi ji vê rojevê derkeve, ev ne diyar e lê bila pêşî ew xwe zelal bikin."

Rayedarên HDP'ê didin zanîn ku ji bo hejmara şaredariyên wan zêdetir bibin, ew di dewsa DBP'ê de dikevin hilbijartinan û ji bo ku ev hejmar were zêdekirin jî ji bilî dengên bingehîn, pêdivî bi hin dengên din jî heye ku ev jî bi rêya tifaqan pêkan e. Endamê Rêveberiya HDP'ê yê Diyarbekirê Edîp Bînbîr jî dibêje; tifaqa bi Partiyên Kurdistanî re ji aliyê partiya wan ve teqez tê fikirîn û di vê derbarê de dê xebat werin kirin.

Endamê Rêveberiya HDP'ê yê Diyarbekirê Edîp Bînbîr got: "Wekî HDP, em difikirin ku em teqez bi Partiyên Kurdistanî re li herêma xwe tifaqê bikin. Lê em dikarin bi CHP'ê re tifaqeke çawa bikin, em dikarin xebatên çawa bikin; di derbarê vê mijarê de em dibînin ku ne di nav hilbijêrên CHP'ê de , lê di nav rayedarên CHP'ê de tirsonekiyek heye. Em dizanin ku ji aliyê fermî ve xwe zêde nêzîk nakin."

Li gorî CHP'ê; bi fermî nebe jî dibe ku bi awayê fiîlî tifaq an piştgiriya wan ji bo HDP'ê hebe. PDK-Tirkiye jî tevî pirsgirêkên ku di 24'ê Hezîranê de qewimîbûn, car din dergehê xwe ji HDP'ê re vedike. Li gorî HDP'ê jî; armanca wan a bingehîn, xurtkirina tabana hilbijêran e û ji bo vê jî dê xebatên wan dewam bikin.