Bîranîna Komkujiya Ermenan ji ber peyva jenosîdê hate qedexekirin

Çalakiyên bîranîna 103. ya derbarê Komkujiya Ermenan di 24ê Avrêla 1915an de ji ber peyvên"Jenosîd û Komkujî" hatin qedexekirin. ÎHD û 16 parlamenterên Ewropî ev kiryar şermezar kirin û gotin Tirkiye her diçe ji demokrasiyê dûr dikeve.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Çalakiyên bîranîna 103. ya derbarê Komkujiya Ermenan di 24ê Avrêla 1915an de ji ber peyvên"Jenosîd û Komkujî" hatin qedexekirin. ÎHD û 16 parlamenterên Ewropî ev kiryar şermezar kirin û gotin Tirkiye her diçe ji demokrasiyê dûr dikeve.

Li Sultanahmeda Stenbolê çalakiya ÎHD û saziyên medenî ên derbarê salvegera 103emîn ya Jenosîda 24ê Îlona 1915an ya Ermenan, ji ber peyvên "Jenosîd û komkujî"yê ku di nava teksta daxuyaniya çapemeniyê de cih digirtin hate qedexekirin. 3 aktîvîstên Komelaya Mafên Mirovan ya Stenbolê jî, ji ber ku pankartên di navê de peyvên "jenoîd û tevkujî" derbas dibûn hilgirtibûn, hatin binçavkirin. Ji Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn bigirin heta 16 parlamenterên Ewropî û Serokê EGAMê yanî Tevgera Dijberî Nîjadpersetiyê ya Ewropayê Benjamîn Abtan ev helwesta rayedarên Tirkiyê bi tundî şermezar kirin û gotin, her diçe Tirkiye ji demokrasî û azadiyan dûr dikeve.

Hevseroka ÎHD Eren Keskîn di daxuyaniya xwe de got: "Wek tê zanîn par jî pêrar jî Rewşa Awarte hebû, lê dîsa jî destûr hatibû dayîn ku em merasîma Komkujiya 1915an ya 24ê Avrêlê li dar bixin. Îro destûrê nadin û dest danîn ser pankartên me. Dibêjin peyvên "jenosîd û komkujiyê" derxin hingî dikarin çalakiya xwe bikin. Em vê yekê qebûl nakin, beyî bikaranîna wan peyvan tû wateya daxuyaniyê nîn e."

Serokê Tevgera Dijberî Nîjadpersetiyê ya Ewropayê (EGAM) Benjamîn Abtan ji rojnamevanan re got: "Ew metirsiyên me careke din hatin çespandin, ji aliyê mudaxaleya polîsan ve. Ma jê wêdetir heye, hunê karibin hê çi bikin, piştî qedexekirina bikaranîna van peyvan? Tirkiye her diçe ji demokrasiyê dûr dikeve. Baş bû ku em hatin û me bi çavê serê xwe ev tevgerên derveyî demokrasî û azadiyê dîtin."

Piştî ku çalakiya bîranîna "24ê Avrêlê Jenosîda Ermenan" ya li Sultanahmedê hate astengkirin ji ber peyva "jenosîd", rêveberên ÎHDê li avahiya xwe ya Stenbolê daxuyaniyeke çapemeniyê rahgihandin. Meral Çadira rêvebera İHDê diyar kir, 3 aktîvîstên mafên mirovan ji ber ku pankartên li ser wan "Jenosîd" hatiye nivîsandin hilgirtine, hatine binçavkirin. Ew vê helwestê şermezar dikin. Di daxuyaniya çapemeniyê de parlamentera Fransî Mireille Clapot jî axaftinek kir.

Parlamentera Fransî Mireille Clapot wiha axivî: "Li Fransayê herkes wateya 24ê Avrêlê baş dizane ji ber ku hemû Ermenên li Fransayê dizanin ku di bûyerên 1915an de bav û kalên wan hatine kuştin. Mixabin qedexekirina çalakiya tevkujiya Ermenan û bikaranîna peyva "jenosîdê" metirsiyên me yên derbarê Tirkiyê de zêdetir dike."

HDK, HDP û Navenda Giştî ya Komelaya Mafên Mirovan jî derbarê salvegara 103. ya Jenosîda Ermenan de daxuyaniyên çapameniyê ragihandin û diyarkirin, beriya şerê cîhanê yê yekemîn, li gorî daneyên Patrîkaneya Ermenan ya Stenbolê, li Împaratoriya Osmaniyan nêzîkî 2 milyon Ermenî dijiyan. Lê îro bi tenê 60 hezar Ermen li Stenbolê dijîn. Ji Rojava heta Rojhilat, ji bakur heta başûr, li her cihê Asya Biçûk digel 2 hezar û 538 dêr û manastiran, 2 hezar û 925 wargehên Ermenan hebûn. Lê piştî şerê Cîhanê yê yekem ji wan cih û wargehan yek bi tenê jî nemaye. Li gor daxuyaniyê di wan salan de ne tenê komkujî di heman demê de bingeha civakî ya Ermenan jî hatiye tûnekirin.