Ebû Adil: Ti hêzeke Tirkî derbasî aliyê Minbicê nebû

Fermandarê Giştî yê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil radigihîne, ti hêzeke Tirkî derbasî aliyê Minbicê nebû û ew qebûl nakin jî derbas bibe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil radigihîne, ti hêzeke Tirkî derbasî aliyê Minbicê nebû.

Mihemed Ebû Adil li ser nûçeya derbasbûna hêzeke Tirkî bo bajarê Minbicê ji K24ê re got: “Berî hefteyekê civîna me û Hevpeymaniya Nvadewletî ya li dijî DAIŞê hebû û guftûgo li ser nexşerêyê çê bû. Hat gotin ku hêzên Tirkî dê tenê li navçeyên Mertala Feratê tevgerê bikin.”

Da zanîn jî, di heman demê de jî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî dê li navçeyên Encûmena Leşkerî ya Minbicê li eniya Sacûr bi awayekî berdewam tevgerê bikin, ji bo mîn neteqin û tiştekî nexwastî rû nede.

Ebû Adil tekez kir hî, Îro danê nîvro hêzeke Tirkî derket û yek demjimêrê li navçeyên di bin kontola Mertala Feratê de tevgeriya û di pişt re vegeriya baregehên xwe.

Herwiha tekez kir jî, ne li Minbicê û ne li derdora Minbicê ti hêzeke Tirkî nîn e. Tenê li gor rêkeftin û nexşerêyê doriyeke Tirkî nêzîkî yek demjimêrê derket û di pişt re vegeriya cihên xwe.

Ebû Adil diyar kir jî, niha hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê li çeperên xwe ne û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî li cihê xwe ne. Tenê li ser ragihandinê hat gotin ku hêzên Tirkiyê derbasî Minbicê bûne, lê ev yek ne rast e.

Li ser vekişîna şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Minbicê, Fermandarê Giştî yê Encûmena Leşkerî ya Minbicê got, 16 Mijdara 2016an hêzên HSDê ji Minbicê ber bi rojhilatê çemê Ferêt vekişyan. Niha ti hêzeke HSDê li Minbicê nîn e. Hêza li Minbicê, tenê Encûmena Leşkerî ya Minbicê ye û ew jî kurên Minbicê ne û Encûmena Sivîl ya Minbicê jî karûbarê Minbicê bi rê ve dibe.

Ebû Adil tekezî li ser wê yekê jî kir, ew bi ti carî qebûl nakin ti hêzeke Tirkî derbasî Minbicê bibe. Ew bixwe dikarin bajarê xwe bi rê ve bibin û wan ev helwest jî Hevpeymaniya Navdewletî re ragihandiye. Heger hat û Tirkiye derbasî Minbicê bibe ew amade ne şer li dijî Tirkiyê jî bikin.

 

 

S. B