Jennifer Lopez: Min bawer nedikir wisa serkeftî bimînim

Stêra Amerîkî Jennifer Lopez dibêje, wê bawer nedikir ku çêroka serkeftina wê berdewam bike, nexasim piştî ku gihêş 46 saliyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Stêra Amerîkî Jennifer Lopez dibêje, wê bawer nedikir ku çêroka serkeftina wê berdewam bike, nexasim piştî ku gihêş 46 saliyê.

Stêra Amerîkî jennifer lopez, ku ji 25 salan ve dest bi staran kiriye, ji kovara “People” re got: “Gava tu dest bi karê hunerê dikî, tu çaverêyî demekê dibî ku tu rawestî, lê piştî van salan, min bawer nedikir ku wisa serkeftî û navdar bimînim.”

Herwiha Lopez berdewam dike, ev yek hemû berovajî bêşbîniyên wê hatin, her ku salên wê derbas dibin, karbîniya wê di warê karê wê de zêde dibe.

Lopez yek ji mezintirîn çêrokên serkeftinê di Hollywoodê de ye, ji ber karînên wê di sînema, stranbêjiyê û berhemdana televizyonî de.

Li gor rexnevanên di warê hunerî de, ku lopez her salên wê mezin dibe, cilên nîvrût û tevgerên arandinê di Klîp û ahengên xwe de zêde bikar tîne.