Li Kobanê “Hevdîtina Şêwekaran” a berxwedana Kobanê

Cara yekemîn e li Kobanê hevdîtineke taybet bi hunermendên şêwekariyê bi beşdarbûna 15 hunermendan ji Efrîn, Cizîr û Kobanê, tê çêkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Cara yekemîn e li Kobanê hevdîtineke taybet bi hunermendên şêwekariyê bi beşdarbûna 15 hunermendan ji Efrîn, Cizîr û Kobanê, tê çêkirin.

Sîma kobanê şervaneke di nav refên YPJ de ye, wek şêwekarekê xwast di Hevdîtina Şêwekarên Rojava de beşdar bibe û êş û azarên ku di şerê Kobanî de dît di tabloyê xewde bide xuyakirin. Sîma di zarokatiya xwe de wênesazî dikir û tevî ku karê çekdariyê dike, li di demên rawistandina şer de li ser tabloyên biçûk hestên xwe radixîne.

Di 12 vê mehê de Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya Kordînesiyona Giştî ya Çand û Huner li Rojava hevdîtineke şêwakarî li Kobanî li darxıstin, û gelek

Şêwekarên Rojava ji Cezîr, Efrîn û Kobanî tê de beşdar bûn, û her şêwakarekî bi hest û rêbazên xwe zêdetir ji 2 tabloyan çêkirin. li gor rêvebertiya hevdîtinê ku wê ev çalekiya ta 18 vê mihê berdewam bike, û wê hemî tablo di pêşengehekê de werin pêşkêşkirin. Herwiha şêwakarê herî balkêş wê were xilatkirin.

Hevdîtina şêwekran yekemîn car li ser asta Rojava tê lidarxistin, her wiha yê duyamîn e li ser asta Kurdistanê ye, ku berî niha li bajarê Diyarbekirê li Bakurê Kurdistanê hatibû li darxistin.