TRT êdî filmên Western-Kowboy belav nake
K24 – Navenda Nûçeyan
Televizyona fermî ya Tirkiyê TRT'ê biryar girt ku êdî filmên Western-Kowboy ên Amerîkî belav neke.
Saziya Radyo û Televizyonan a Tirkiyê (TRT) hemû rojên yekşeman li ser şaşeya TRT 1 filmên koWboy ên Amerîkî belav dikir. Êdî TRT'ê biryar girt ku wan filman belav neke û li cihê wê filmên din ên Tirkî belav bike.
TRT ji sala 1980'an ve filmên Wertern-Kowboy belav dikir.
Ev biryara TRT piştî wê yekê tê ku di navbera Amerîka û Tirkiyê de li ser gelek mijaran alozî hene.
S. B