Navdarên Kurd: Tewfîq Wehbî

Nivîskar, zimanzan û dîroknasê navdar ê Kurd, Tewfîq Wehbî Beg, di 1 Çileya sala 1891ê de li bajarê Silêmanîyê ji dayîk bû. Xwendina xwe ya seretayî li bajarê xwe temam kir. Di sala 1904ê de li Bexdayê xwendina navendî dom kir, herweha amadeyîya leşkerî temam kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskar, zimanzan û dîroknasê navdar ê Kurd, Tewfîq Wehbî Beg, di 1 Çileya sala 1891ê de li bajarê Silêmanîyê ji dayîk bû. Xwendina xwe ya seretayî li bajarê xwe temam kir. Di sala  1904ê de li Bexdayê xwendina navendî dom kir, herweha amadeyîya leşkerî temam kir.

Piştî Bexdayê, ji bo berdewamiya xwendina bilind berê xwe da paytextê dewleta Osmanî Stenbolê. Tewfîq Wehbî, di Koleja Erkanî de xwendina xwe domand û bû efser di arteşa Osmanî de.

Gava Şerê Cîhanê ê Yekem di sala 1914an de rû da, Tewfîq Wehbî di şerê Çanakkalê de beşdar bû.

Piştî ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi şikestina Osmaniyan û hevpeymanên wê Mijdar a sala 1918an de bi dawî hat, Tewfîq Wehbî Beg vegeriya Başûrê Kurdistanê û piştî wê berê xwe da Bexdayê û bû yek ji efserên navdar li Iraqê. Di damêzrandina Artêşa İraqê de rolek berçav list.

Gava Şêx Mahmûdê Hefîd di sala  1922ê de ji Hîndîstanê vegeriya Silêmanîyê û xwe wekî Mîrê Kurdistanê danasand, Tewfîq Wehbî çû nav tevgera Şêx Mahmûd. Tevger û desthilata  Şêx Mahmûd  ji alîyê Îngîlîzan ve hate rûxandin. Tewfîq Wehbî jî hate girtin û  42 rojan di zindanê de ma. Piştî azadkirina wî, gelek erkên bilind ên artêşî wergirtin, herweha bû Parêzgarê Silêmaniyê. Ji ber egerên ne bi dilê desthilatê ji kar hate dûrxistin û demeke dirêj bê kar ma.  Lê di sala 1946an de Dewleta Iraqê ew kir Wezîrê  aborî di hikûmeta Hemdî Çelebî de.

Heta sala 1958an jî çendîn car bi navê Kurd, ew kirin Wezîrê Bergirî û perwerdeyê. Di sala 1958an de bû endamê Encumena Rûsipîyên İraqê.

Piştî Derbeya leşkerî ya sala 1958an Iraq bi temamî hîşt û li London a paytexta Ingilistanê bicîh bû. Tewfîq Wehbî salên xwe yên dawîyê li Londonê jiya û  tevayiya hêza xwe da nivîsandinê: li ser dîroka Kurdan û zimanê Kurdî  nivîsî. Tewfiq Wehbî, di 5ê çile ya1984an de li Londonê  koça dawîyê kir.

Li ser daxwaza wî, li Silêmanîyê, li keleka rûspiyên Kurd, li çîyayê Pîremegrûn hate veşartin.

Berhemên Tewfîq Wehbî Beg:

Berhemên Kurdî:

Desturî Zimanî Kurdî, Bexda, 1928, 114 rupel

Xwendewarî baw, Bexda, 1933, 44 rupel,

Qisnek le Kurdistan, Bexda, 1947 18 rupel,

Ferhengî Kurdî-îngîlîzî(hewbeş) London 1965, 179 rupel,

Berhemên Erebî:

Li ser ziman û dîroka Kurdan 7 pirtûk bi zimanê Erebî çapkir.

Berhemên Ingilîzî:

Eşkewtî Gindok(1949),

Paşmawey Êzîdîyekan (1962)

Ferhengî Kurdî-îngîlîzî (1965)

Xwendinî Kurdî(1968)