Beyonce di nav salekê de herî zêde pere bidest xist

Ligor Forbes di navbeyna 1ê Hezîran a 2016 – 1ê Hezîran a 2017an de Beyonce bi 105 milyon dolaran di rêza yekem de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kovara Forbes, di nav salekê de hunermendên ku di cîhana muzîkî de, herî zêde pere bidest xistin e eşkere kir. Ligor Forbes di navbeyna 1ê Hezîran a 2016 – 1ê Hezîran a 2017an de Beyonce bi 105 milyon dolaran di rêza yekem de ye.

Herweha hate diyarkirin ku, di Nîsan a 2016an de di konserên xwe yên albuma xwe “Lemonade” ku bi navê "Formation World Tour" de pêkanî Beyonce 250 milyon dolar bidest xistin e.

Hunermendê Brîtanî Adele, bi 69 milyon dolaran di rêza duyem. Hunermendê Amerîkî Taylor Swift bi 44 milyon dolaran di nav salekê de di rêza sêyem de tê.