Li Qamişlo pêşangeha diwem a pertûkan hat vekirin

25 Yekîtiyên nivîskaran û navend û weşanxaneyên pertûkan beşdariya pêşangehê kirine û nêzîkî 14 hezar pertûkên corbicor têne pêşandan û li gorî Komîta Amadekar li ser dirêjiya 6 rojan wê pêşangeh berdewam be.

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi diruşma (Em bi xwendinê zindî dibin) diwem pêşangeha petûkan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hat vekirin.

Di pêşangehê de gellek weşanxane li Rojavayê Kurdistanê û derve jî beşdarî pêşangehê bûn.

Ji aliyê xwe ve, endamê Komîta Amadekar (Aram Elî) ji K24ê re got: Me ji par ve kar dikin ku berhemên me di pêşangehên de bên pêşandan, îsal jî ew bizavên me berdewam bûn, heya ku ev pêşangeh hat vekirin.

Tiştê balkêş di pêşangeha vê salê de, yekîtiyên nivîskaran ji hemû bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, cihê xwe di pêşangehê de girtin, herwiha hin mêvan ji derveyî Rojavayê Kurdistanê jî beşdar bûn.

Serokê Navenda Qahîra ya Lêkolînên Kurdî Seyid Ebdilfetah ji K24ê re got: Wêje û ramana Kurdî hêjaye ku bêtir nivîs li ser bên kirin, lê heya radeyekê, rêjîmên siyasî li deverê, wêneyê Kurdan reş dikirin, niha ji erkê me ye, ku em wêneyê rastiyane yê Kurdan bidin xuyakirin.

Derbarê astê nivîs û xwendevanan jî, beşekî ji beşdarbûyan diyar kirin, ku, di çend salên derbasbûyî de, rêjeya xwendevanan kêm bûye û bazara nivîs û nivîskaran ya herî arzan e.

25 Yekîtiyên nivîskaran û navend û weşanxaneyên pertûkan beşdariya pêşangehê kirine û nêzîkî 14 hezar pertûkên corbicor têne pêşandan û li gorî Komîta Amadekar li ser dirêjiya 6 rojan wê pêşangeh berdewam be.

N.O