NASA: Keleha Hewlêrê kevintirîn cih e ku ta niha jiyan tê da dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Ajansa “NASA” a Amerîkî keleha Hewlêrê bi kevintirîn cihê niştecihbûna mirov e ku ta niha jiyan tê da dibe dinase.
Li gor daxuyaniyeke malpera fermî ya “NASA” ku duhî 2ê Nîsana 2019an belav kir, dîroka avakirina keleha Hewlêrê vedigere berî 6 hezar sal.
Keleha Hewlêrê, serdema Somarî, Aşûrî, Sasanî, Mexolî, Kiristiyanî û Osmaniyan di ser re derbas bûne û ji destpêka damezrandina wê ve perestgehên Cihûyan, Kiristiyanan û Mislimanan tê de hatine avakirin.
Li gor amarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di sala 1995an de, 247 malbat ku 1631 kes bûn di keleha Hewlêrê de dijiyan, lê piştî sala 2003an û ta navê xwe wek şûnareke kevin a cîhanê jidest nede, keleh hate valakirin.
Lê ta niha malbatek di kelehê de dijî û çend mûzexane û mizgeftek tê de hene.
Keleka Hewlêrê 32 metroyan bilind e û xaniyên wê li qor hatine avakirin. Di sala 2014an de navê wê ket lîsta sûnwarên kelepûrî yên cîhanê.
S. B