Belgefilmek li ser qetliama Enqereyê

Gelek rûdanên mezin hene ku çend wext di ser re derbasbin jî di nava jiyana mirov de cih digrin û dibin mijara belgefîlman. Yek ji wan rûdanan ku li ser vê belgefîlm hatiye çêkirin qetlîama Enqerê ya ku 10ê Cotmehê pêk hatibû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b692db65-fe22-4ab3-9873-095a86b68fbc/BelgefilmekLiSerQetliamaEnqere.ism/manifest

K24-Hewlêr

Gelek rûdanên  mezin hene ku çend wext di ser re derbasbin jî  di nava jiyana  mirov de cih digrin û dibin mijara belgefîlman. Yek ji wan rûdanan ku li ser vê belgefîlm hatiye çêkirin qetlîama Enqerê ya ku 10ê Cotmehê pêk hatibû.

Di 10ê Cotmeha 2015an de bi hevkariya dam û dezgeyên civakî û Partiya Gelan ya Demokratîk HDPê li Enqerê çalakiyek ji bo aştiyê pêk hatibû. Di vê çalakiyê de bi destê DAİŞê du êrîşên xwekujî pêk hatibûn. Di wan êrîşan de 105 kesan canê xwe ji dest dabû û nêîkî 500 kesan jî birîndar bibûn.

Li Enqerê paytexta Tirkiyê ji bo vê qetlîama ku li dijî kesên sîvîl hat kirin li sînemaya Buyulu Fenerê belgefîlma bi navê "Ah" hat pêşkêş kirin. Ev qetlîama ku di bin hişê mirovan da cihekî tarî girtibû bi vê belgefîlmê derket pêşberî welatiyên Enqerê. Di belgefîlmê de mirovên ku di dema teqînêde li qada çalakiyê bûn û kesên birîndar bûne diaxivin.

Welatiyên ku ji  wê qetlîamê bi birîndarî rizgar bibûn hatin li vê  belgefîlmê temaşe kirin û fikrên xwe ji Kurdistan24ê re rave kirin.

SOT - Cuma Guzel - Kesê ku di vê qetlîamê de birîndar bibû-beşder 00: 17

"welle ez nizanim ku dê ev belgefîlm, rûdanênku di bin tarîtiyê de mane çiqas ronî bike. Lê belê me di tarîtiyê de gelek rûdan derbaskirin. Ne tenê şahidê wê  rûdanê, ez jî birîndarê wê qetlîamê me. Mixabin ev rûdan bi destê dewletê hatiye kirin.  Ez hêvî dikim ku ev qetlîam di tarîtiyê de nemîne."

SOT-Gul Buyukbese- Kesa ku di vê qetlîamê de birîndar bibû-beşder - 03: 13

"Helbet belgefîlm ji bo dengvedanê rêyek giringe. Lê belê ne tenê  bi belgefîlman pêwîste bi her awayî têkoşîn bê kirin. Belgefîlm jî ji bo famkirina van rûdanên ewqas mezin rêyeke cuda ye. Bi saya vê belgefîlmê dê ev serpêhatiya me her zindî bimîne.

Derhênerê belgefîlmê Mustafa Unlu jî rave dike ku ji bilî belgefîlman di rêya aşîtiyê de divê gelek tiştên din jî bên kirin û dibêje ku armanca vê belgefîlmê ew e, da ku ev qetlîam neyê jibîrkirin û da her tim di bin hişê mirova de cih bigrê.

SOT-Mustafa Unlu - Derhêner-01.00-

"Ev mirovên ku di nav wê tundiyê de, di nava wê wehşetê de mane sedema herî mezine ji bo vê belgefîlmê. Sedemeke din jî ew e tiştên ku piştî vê teqînê derketine. Ya rastî ev tiştên wisa me nejiya û tişta herî  nexweş jî  ew e ku mirovên Tirkiyê piştî teqînê ew tundiya li dijî aştîxwazan wekî tîştekî resen qebûlkirin."

Herwiha hem beşder hem jî derhênerê belgefîlmê amaje bi wê yêke dikin ku derbarê qetlîamên bi vî rengî de bi her awayî divê xebat bên kirin. Hêviya derhêner jî ew e ku belgefîlm bigihije gelek mirovan da hem hin tiştan ji bo xwe werbigrin û hem piçek vê rewşa Tirkiyê fambikin. Ji bilî wê yekê welatiyên ku di wê qetlîamê de birîndar bûne jî  ji rayedarên dewletê dixwazin ku vê rûdanê ronî bikin.