Nivîskarekî Kurd pirtûkên Kurdî bê pere belav dike

Li Êliha Bakurê Kurdistanê, nivîskarê Kurd Mehmet Saît Temel; pirtûkên ku nivîsîne bê pere li welatiyan belav dike
kurdistan24.net

 

K24 – Êlih

Li Êliha Bakurê Kurdistanê, nivîskarê Kurd Mehmet Saît Temel; pirtûkên ku nivîsîne bê pere li welatiyan belav dike. Temel di heman demê de Serokê Komeleya Çand û Baweriyan a Ehmedê Xanî ye û dibêje ku armanca min xizmeta çand û Zimanê Kurdî ye. Welatî jî ji vê xebata nivîskarê Kurd razî ne û dibêjin; bi vê xebatê dê hişmendiya nav gel a xwendina pirtûkên Kurdî zêdetir bibe.

Li Êliha Bakurê Kurdistanê, ji bo ku hişmendiya xwendina bi Kurdî belav bibe, Nivîskar Mehmet Saît Temel ku di heman demê de Serokê Komeleya Çand û Baweriyan a Ehmedê Xanî ye; pirtûkên ku bixwe li ser çand û dîroka Kurdî nivîsîne; bê pere li xelkê Êlihê belav dike. Temel dibêje; armanca min tenê belavkirina hişmendiya Zimanê Kurdî ye û pê re jî xizmeta çanda Kurdî ye.

Serokê Komeleya Çand û Baweriyan a Ehmedê Xanî Mehmet Saît Temel li ser belavkirina pirtûkan ji K24ê re wiha axivî: "Mixabin li bakûr a niha xwendina bi Kurdî kêm e. Di dibistanan de di fermiyetê de di karê dewletê de Zimanê Kurdî tuneye û gelek li paş maye. Hew di nav me û xelkê de maye. Ji ber vê jî nivîsandina bi Kurdî ji min re xweştir e. Armanca min jî ew e ji bo ku alîkariyeke min jî bigihîje, hindik be jî ji bo ku ez jî tevkariyê li Zimanê Kurdî bikim, çend pirtûkên bi Kurdî li Zimanê Kurdî zêde bikim."

Nivîskar Mehmet Saît Temel, çiqas derfetê dibîne; li kuçe û kolanên Êlihê pirtûkên xwe li welatiyan belav dike. Welatî jî ji ber vê liv û tevgera nivîskar dilxweşiya xwe tînin zimên û dibêjin ku dê bi bandora vê xizmetê, hişmendiya xwedîderketina li zimên zêdetir bibe. Faysal Altûn û Şukru Seçkîn wekî welatî vê xebatê erênî dibînin û dibêjin ku em bi vî awayî hay li çand û dîroka qewmê xwe dibin.

Welatî Faysal Altûn: "Di pêşerojê de dibe ku Zimanê Kurdî bi pêş ve biçe û em jî dixwazin ku em bixwînin, Zimanê Kurdî zêdetir bi pêş ve here û em jê sûdê werbigirin. Ji bo vê jî em dixwazin gelê me van pirtûkan bigire û dîroka me û pêşeroja me zêdetir bê naskirin."

Welatî Şukru Seçkîn: "Mamoste van pirtûkên xwe da me û em ê jî bixwînin, di derbarê çand û dîroka xwe de di derbarê zimanê xwe de em ê xwe bi pêş ve bibin. Têr nake ku em xwe pêşve bibin, divê em bi her kesî bidin zanîn ku xwedî li zimanê xwe derkevin, zimanê me hebûna me ye."

Nivîskar Mehmet Saît Temel, heta niha 5 pirtûkên bi Kurdî çap kirine û pirtûkên wî li ser çand û dîroka Kurdî ne. Nivîskar ji Şeddadiyan heta Merwaniyan dîroka Kurdan bi awayê roman girtiye dest û dixwaze ku agahiyên dîroka Kurdan ji aliyê nifşê nû ve jî werin zanîn.