Wênexêzên Colemêrgî dengbêjiya Kurdan bi wêneyan zindî dihêlin
K24 – Colemêrg
Wênesazên Colemêrgî yên ku tayînkirina wan a piştî zanîngehê pêk nehatiye; bi pêşangeheke hevpar wêneyên ku xêz kirine pêşkêşî hunerhezan kir. Şêweya wêneyên van hunermendên Colemêrgî ku wekî şêwazeke nû tê dîtin; beşek jê li ser lehengên stranên Kurdî tên xêz kirin beşek jî li ser Hewraman û xaniyên Îranê tên xêzkirin.
Hunera wênexêziyê ya ku bi destên hunerhêzên Kurd tê kirin, piranî bandora xwe ji taybetiyên çand û erdnîgariyan Kurdan digire û bi vê yekê re berhemên balkêş tên bidestxistin. Erdî Gur ê ku 20 sal in hunera xêzkariyê dike; bi şêwazeke nû, stranên Kurdî li ser tualan dineşixîne. Wênexêz, strana Heyran Jaro ya Fadil Cizîrî; bi xêzên xwe zindî dike.
Wênexêz Erdî Gur ji K24ê re got: "Ez guhê xwe didim stranan, di fikir û ramanên min de tê pêş çavên min. Dema tê pêş çavên min, ez tavilê derbasî wêneyî dikim ku xelk bibîne ka ev stran çawa bû, çi qewimiye; ji bo ku bi wêneyî li pêş çavan be."
Wênexêzên Colemêrgî, ji ber ku bi salan li benda tayînkirina beşa xwe mane; di ber de dest bi dayîna kursan kirine û şêwaza xwe ya cuda hînî ciwanên Colemêrgê dikin. Wênexêz Bakî Balikesîr jî 20 salên wênexêziyê li peyî xwe hiştiye. Hunermend dibêje; armanca me ew e ku em nirxên hunera xwe bi nifşê nû bidin ferqkirin.
Wênexêz Bakî Balikesîr dibêje: "Armanca me ew e ku em nirxên çanda xwe raxin ber çavan û bi ciwanan bidin ferqkirin ku çiqas xweşiyên çanda me hene. Di nav xebatên min de yên ku herî zêde balê dikişînin jî; xaniyên Hewramanê ne û ev xanî jî ji jiyana çandî tenê beşek in. "
Di nav kursiyerên wênexêzan de yên ku amadekariya zanîngehê jî dikin hene. Dîlan Çîftî jî yek ji kursiyeran e û şêwaza mamosteyên xwe gelek balkêş dibîne.
Kursiyer Dîlan Çîftçî got: "Ez demên xwe yên vala bi çêkirina wêneyan derbas dikim. Ez amadekariya zanîngehê dikim û ji çêkirina wêneyan gelek hez dikim. Bi taybetî jî wêneyên ku tenê bi pênûsê tên xêzkirin, bala min dikişînin."
Wênexêzên Colemêrgî yên ku yên ku destbikêriya xwe li ser çand û hunera herêma xwe dadimezirînin; bi şêwaza xwe ya nû balê dikişînin û gilî û gazinca wan jî ew e ku pêdiviyên wan gelek buha ne û ew ji ber bêderfetiya kar nikarin hunera xwe zêdetir bi pêş bixin.