Mihrîcana 5’emîn a şanoya Diyarbekirê dewam dike

Mihrîcana 5’emîn a Şanoya Diyarbekirê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Diyarbekirê ve tê lidarxistin, li Diyarbekirê dewam dike. Mihrîcana ku di salên borî de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve dihat fînansekirin, piştî tayînkirina qeyûm, bi derfetên kêm ên aboriyê dest pê kir û dê heta 21’ê Gulanê dewam bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Mihrîcana 5’emîn a Şanoya Diyarbekirê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Diyarbekirê ve tê lidarxistin, li Diyarbekirê dewam dike. Mihrîcana ku di salên borî de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve dihat fînansekirin, piştî tayînkirina qeyûm, bi derfetên kêm ên aboriyê dest pê kir û dê heta 21’ê Gulanê dewam bike.

Mihrîcana 5’emîn a Şanoya Diyarbekirê, di 11’ê Gulanê de bi pêşangeha wêneyan dest pê kir. Di pêşangehê de wêneyên ku li bajarên Iraqê hatine kişandin, bi sernavê; ‘Li Iraqê Çi Diqewime?’ hatin pêşkêşkirin. Mihrîcana ku bi pêşandanên şanoyê dewam dike, ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke baş tê. Şanoger Kemal Ûlûsoy ku 27 salên xwe daye şanoyê dibêje; tevî ku îsal aboriya wan dest nedaye danasînê bikin jî dîsa eleqeya gel zêde ye.

Şanoger Kemal Ûlûsoy ji K24ê re wiha axivî: “Her çiqa cihê me kêm be jî her çiqas cihê em a niha lê ne biçûk be jî girîngiya wê, watedayîna wê û manewîyata wê mezin e. Ev yek ji aliyê hêviyê ve jî ji aliyê moral û motîvasyonê ve jî digihîje gel.”

Di Mihrîcana 5’emîn a Şanoya Diyarbekirê de ji 16 bajaran komên şanoyê li Diyarbekirê hatine gel hev û li gorî bernameya ku ji bo 10 rojan hatiye diyarkirin, her roj komek derdikeve ser dikê û lîstikên xwe pêşkêşî temaşevanan dike. Şanoger û endama komîsyona mihrîcanê Berfîn Emektar diyar dike ku ew îsal ji ber nebûna holên mezin, tengasiyê dikişînin.

Şanoger û endama Komîsyona Mihrîcanê Berfîn Emekdar ji K24ê re got: “Bi rastî hola me biçûk e û têrî me nake. Ji ber ku her sal mihrîcana me hefteyek didomiya, em îsal deh rojan dikin. Lê em dikarin bibêjin ku wateya vê mihrîcanê ya herî mezin xwedîderketin, hevparî û piştgiriya gel e. ”

Şanogerên Diyarbekirê ku di mihrîcana 5’emîn de mazûvaniya şanogerên bajarên cur be cur dikin; dirûşima xwe ya îsal wekî; ‘ Nebe Temaşevan; ger min ji bîr kir, bi bîra min bixe!’ diyar kir. Şanogerên ku bi derfetên takekesî mihrîcana îsal bi rê ve dibin, banga tevlîbûnê li xelkê herêmê dikin.