Nivîskar û rojnamevan Mistefa Salih Kerîm koça dawiyê kir
K24 – Navenda Nûçeyanş
Nivîskar, rojnamevan Mistefa Salih Kerîm ji ber nexwaşiyê li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.
Nivîskar û rojnamevan Mistefa Salih Kerîm jidayikbûna sala 1933an e û îro 16.12.2018ê li bajarê Silêmaniyê ji ber nexwaşiyê koça dawî kir.
Mistefa Salih Kerîm di temenê xwe xizmeteke mezin gehandiye rojnamevaniya Kurdî û di wêjeya Kurdî de xwedî rol bû, ku hejmarek ji çêrok nivîsiye û wergerandina Kurd û Erebî kiriye.
Wek xwebexş du sala di rojnameya “Jîn” de kar kiriye û kovarek jî bi navê Dibistana Şêx Mehmûd bi Kurd û Erebî derxist. Herwiha Berpirsê Ragihandina Yekîtiya Mamosteyan ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû û damezrêner û yekem sekreterê kovara ”Dengê Mamosteyan” bû.
S. B