Konsera sema û reqsa nûjen bi hev re hat nîşandan

Hunera reqsa nûjen û sema di heman pêşangeheke taybet de hat nîşandan. Koma bi navê "Rîtma Reqsê" li Stenbolê bi reqsên xwe yên ji hev xweşiktir û bi pêşkêşkirina semayê, dilê temaşevanên xwe şa kir. Di şeva rengîn de ji govêndên Kurdistanê heta lîstikên welatên Balkanan gelek lîstik jî hatin lîstin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f57156e2-5182-4ed1-8e5e-b7923b71b204/AhengiyaListikan.ism/manifest

K24 – Stenbol

Hunera reqsa nûjen û sema di heman pêşangeheke taybet de hat nîşandan. Koma bi navê "Rîtma Reqsê" li Stenbolê bi reqsên xwe yên ji hev xweşiktir û bi pêşkêşkirina semayê, dilê temaşevanên xwe şa kir. Di şeva rengîn de ji govêndên Kurdistanê heta lîstikên welatên Balkanan gelek lîstik jî hatin lîstin.

Li Stenbolê yek ji cihên dîrokî yê bi navê navenda çand û şahîyan ya Xocepaşa yê  lîstîkên ji hev cuda bi pêşangeheke taybet a koma "Rîtma Reqsê" bo hunerhezan hat nîşandan.

Lîstikvanên jin û mêr di bin ronahiyên bi heybetanê de hunerên xwe pêşkêşî beşdaran kir.

lîstikvan Bianca derbarê başdariya xwe de ji K24ê re axivî û got: “Ez gelek biçûk bûm dema ku min reqs dikir. Ez ji koma Anadolu ateşi derketim. Li Anadolu ateşi min weke solist dest bi oryantalê kir û rihê min girêdayî vê reqsê ye.”

Darbuqjen Onur Seçki jî axivî û got: “Ev şahîyeka wek şêwaza Tirkan bû, ji gelek herêman dans û dawet hene. Her wiha şovên wek oryantal û darbuqa ji hene. Ez jî li darbuqa yê Didim.”

Lîstîkên herêmên Behra Reş, Ege, Trakya yên Tirkiyê û govendên li bakurê Kurdistanê û konserta semayê gelek bala temaşevanan kişand.

Lîstikvan Oguzhan Kamasi jî wiha axivî: “Em li vê derê gelek cureyên govendên herêmî nîşan didin. Tirkiye yek ji wan wêlatên ku herî zêde li dîroka xwe xwedî derdikeve û nezîkî 5 hezar dansên şaristanî yên cûda nişanî me dide.”