Belgefîlma “Dara Mestê” peyameke Kurdperweriyê dide

Rojnamevan Adem Ozgur û mûzîsyen Hamo Celîkan bişavtina li ser Kurdên Anatoliya Navîn belgefîlmek amade kirin. Di belgefilmê bi navê “Dara Mestê” de peyameke wisa tê dayîn ku digel hemû zordariyan dîsa jî mirov dikare bi Kurdî biaxive û nifşên nû jî fêr bike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f36d285f-c542-44f4-99b2-c509f4405671/gu.ism/manifest

K24 – Enqere  

Rojnamevan Adem Ozgur û mûzîsyen Hamo Celîkan bişavtina li ser Kurdên Anatoliya Navîn belgefîlmek amade kirin. Di belgefilmê bi navê “Dara Mestê” de peyameke wisa tê dayîn ku digel hemû zordariyan dîsa jî mirov dikare bi Kurdî biaxive û nifşên nû jî fêr bike.

Di belgefilmê Dara Mestê de zêdetir çand û dîroka li gundê Celîkana giredayî navçeya Kulu ya Konyayê ku li Anatoliya Navîn e tê raber kirin. Di fîlm de serpêhatiya koçberiya Kurdên Anotoliya Navîn jî bi awayekî hurgilî di navê de cih digire. Aliyê herî zêde ku balê dikişîne di vî belgêfîlmî de, bi giranî bikaranîna muzîka Rojava ye. Fîlmê ku xwerû serdanpê bi Kurdî ye, digel mûzîkê, axaftin û hevpeyvînên ku hatine kirin jî bi Kurdî ne. Bi vê naveroka xwerû Kurdî armanca derhêner û senerîstê vî fîlmî ew e ku peyamekê bide temaşevanan; ya derbarê digel ku gelek zordarî jî hebin li ser ziman ew dikarin zimanê xwe biparêzin û veguhêzin nifşên nû.

Derhenerê fîlm Adem Ozgur li ser belgefîlmê “Dara Mestê” pirsên Kurdistan 24ê re bersîvand û got: “Me ev belgefîlm bo Kurdên Anatoliya Navîn wek destpêk dît. Li ser gundê Celîka, ew jî giredayî Reşiya ye. Eşîra Reşî li Kurdistanê konfederasyonek e. Celîkan gundê me ye. Me xwest ku em ji gundê xwe dest pê bikin. Belgefîlma Dara Mestê, ji bo gundê me û êşîra Celîkan tiştekî baş bû.”

Ew bi sedan salan e Kurdên Anatolia Navîn têkoşîna zimanê xwe didin. Adem Ozgur rave dike ku digel vê zordariya ku li ser Kurdên Anatoliya Navîn tên kirin zarokên wan hê jî bi Kurdî diaxivin. Lê belê ew jî hêdî hêdî jibîr dikin. Ji ber ku bi rêya pergala perwedehiyê Kurd li beramberî bişevtineke mezin dimînin. Bi boçûna Ozgur ew bi van xebatan parastina zimanê xwe dikin. Digel vê yekê welatên Kurd ên li Anatoliya Navîn jî derbare vî belgefîlmî de bîr û boçûnên xwe ragihandin.

Welatiyê bi navê Mem Xelîkan dibêje: “20 salên dawîyê bi vir de ji bo çand û dîroka Anatoliya Navîn hewldaneke mezin heye. Dara Mestê jî ji bo wê tiştekî balkêş e. Em gelekî kêfxweş in.”

Belgefîlmê Dara Mestê nêzîkî 14 xulekan dirêjahiya wê heye û di 1ê Îlonê de li ser Youtubê dest bi weşanê kiriye. Amdekarên vî fîlmî diyar dikin, ku ew ê di demên pêş de li ser wan aliyên Kurdên Anatoliya Navîn ku nayê zanîn û çîrokên ku hate niha veşartî mane, xebatên berfirehtir bikin û di nava plansaziyên nû de bi cih bikin.