Tenê weşanxaneyeke Kurdiya Latînî li Pêşangeha Hewlêrê beşdar e

ji 40 weşanxaneyên Kurdî tenê weşanxaneyek ya bi tîpên Latînî diweşîne beşdar e.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Pêşengeha Pirtûkan a Navdewletî li Hewlêrê di xula xwe ya 13 de berdewam e. Bêhtir ji weşanxane 350  ji gelek welatên Erebî û 4 û Ewropî  berşdar in. ji 40 weşanxaneyên Kurdî tenê weşanxaneyek ya bi tîpên Latînî diweşîne beşdar e.

Li Başûrê Kurdistanê hejmarek baş ji xwedekarên zimanê Kurdî yê bi Latîn hene, ji bilî ku bi hezaran xwendekarên ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê hene, Ku ew vê pêşangehê weke derfeteke zêrîn ji bo kirîna gelek pirtûkan dibînin, lê tenê hebûna yek weşanxaneyê têra heza wan ji xwendinê re nake.

Bi hezaran kes serdana vê pêşengehê dikin. Gelek pirtûkên cuda cuda û bi amadebûna gelek nivîskaran têne numayêşkirin. Herweha gelek nivîskar û hezkerên pirtûkan jî ji her çar parçeyên Kurdistanê jî amade dibin ku li gorî wan ev pêşengeh derfeteke pir baş e.

Li gor rêveberiya pêşengehê didin zanîn, ew ti vexwendinê ji ti weşanxaneyê re naşînin, lê weşanxane pêwendiyê bi wan re dikin da ku bên û pirtûkên xwe pêşan bidin.