Tenê nivîskarek ji Kurdistanê beşdarî pêşangeha pirtûkan a Diyarbekirê bû

Ji Hewlêrê tenê nivîskarek beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê bû.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Ji Hewlêrê tenê nivîskarek beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê bû û berhema xwe ya li ser zimên da naskirin. Nivîskarê bi navê Qendîl Şêxbizînî, ferhenga xwe ya bi navê 'Hezar û Yek Peyv' bi nav dike, wekî berhemeke dewlemend a Zimanê Kurdî ya resen nîşan dide. Lê xema nivîskar ew e ku li beramberê zêdebûna berhemên Kurdî, di nav civakê de qelsbûna axaftina Zimanê Kurdî ye.

Qendîl Şêxbizînî, nivîskarekî ji Hewlêrê ye. Bi ferhenga xwe ya bi navê 'Hezar û Yek Peyv - 'Gulbijêrek di Gulistana Zimanê Kurdî' de beşdarî Pêşengeha Pirtûkan a Diyarbekirê bûye. Ji Kurdistanê wekî nivîskar tenê ew beşdarî pêşengehê bûye. Ferhenga bi navê 'Hezar û Yek Peyv' ku wekî ferhengekê pêşniyazkirî bi nav dike; ji hezar û yek peyvan pêk tê. Di ferhengê de hezar û yek peyvên ku bi Kurdiya resen hene lê gelek ji wan peyvên ku niha nayên bi karanîn cih digirin. Nivîskar Qendîl Şêxbizînî amaje dike ku di lêkolînan de dewlemediya Zimanê Kurdî derdiveke holê lê mixabin Kurdî ewqas bi baldarî nayê bikaranîn ku ji peyvên biyanî rizgar bibe.

Nivîskar Qendîl Şêxbizînî li ser astengiyên zimanê Kurdî wiha axivî: "Tiştê ku li vê derê bala min dikişîne ew e ku li beramberê pêşketina rêziman û nivîsandinê, Zimanê Kurdî di nav civakê de bi paş dikeve. Sedema sereke perwerdehî ye. Ji ber ku heta niha Zimanê Kurdî nebûye zimanekî perwerdehiyê. Zimanê Kurdî zêdetir di nav civaka gundan de tê bikaranîn. Lê mixabin li gundan jî êdî Zimanê Kurdî paşve diçe."

Li gorî ragihandina nivîskar Qendîl Şêxbizînî, peyvên resen ên ku di ferhengê de cih digirin, dikarin cihê peyvên Erebî û Farisî ku di Kurmancî de tên bikaranîn bigirin. Ev ferheng, ji bo kesên ku li ser Zimanê Kurdî lêkolînan bikin, berhemeke dewlemend e.

Samîya Solmaz jî ji Farqîna Diyarbekirê ye, lê ji 20 salan zêdetir e ku li Hewlêrê dijî. Solmaz, derhênera sînemayê ye û dibêje; xwezî bi dehan nivîskarên başûr jî beşdarî pêşangehê bûbûna. Solmaz amaje dike bi xebata dayîkê, bikaranîna Zimanê Kurdî dikare li bakûr bi pêş bikeve û Kurdiya rojane ji peyvên biyanî bê paqijkirin.

Derhênera Sînemayê Samiya Solmaz ji K24ê re got: "Em çawa bikin em ê bikaribin zimanê xwe; Kurdî fêrî zarokên xwe jî bikin, em ê bi Kurdî binivîsin, bixwînin, bifikirin? Li gorî min divê pêşî jin fêrî Kurdî bibe. Dema ku jin fêrî Kurdî bibe, eyalên xwe jî fêrî Kurdî dike. Ew eyal jî paşê dibe milet."

Nivîskar û beşdarên pêşangehê amaje dikin ku her çiqas ji aliyê dewletên serdest ve derfetên pêşvebirina Zimanê Kurdî neyên dayîn jî rewşenbîr û malbat dikarin qada bikaranîna Zimanê Kurdî berfireh bikin. Li gorî amajeyên lêkolîneran, bi taybetî li bakûr malbat di jiyana rojane de dewlemendiya Zimanê Kurdî bi kar naynin û gelek peyvên ku ne bi Kurdî ne bi kar tînin û ev yek jî  ji bo siberoja Kurdî  xetere ye.