Li Elihê welatiyek astengdar 13 pirtûk nivîsîne

Li Êlihê welatiyek bi navê Abbas Karabûlût ku di asta %100 de astengdar e dest ji jiyanê berneda ye û bi vîna xwe ya ku mînakeke xurt e 13 pirtuk nivîsî ne. Yek ji van pirtukan bi zimanê Kurdî ye û yek jê jî bi zimanê Ingilîzî ye.

K24-Amed

Li Êlihê welatiyek bi navê Abbas Karabûlût ku di asta %100 de astengdar e dest ji jiyanê berneda ye û bi vîna xwe ya ku mînakeke xurt e 13 pirtuk nivîsî ne. Yek ji van pirtukan bi zimanê Kurdî ye û yek jê jî bi zimanê Ingilîzî ye.

 Abbas Karabûlût welatiyek 35 salî yê ji bajarê Êlihê ye. Çîroka wî mînakeke balkêş a serkeftinê ye ku mirov çiqas rastî astengiyan werin jî dikarin ji xwe rêyekê peyda bike ku xwe bi jiyanê ve gire bide. Abbas Karabûlût 20 sal in astengdar e ku rastî celteyê hatiye û nikare dest û lingên xwe bi kar bîne. Abbas karabûlût qet neçû ye dibistanê û xwendin û nivîsîna wî jî nebû. Lê ew evîndarê keçekê dibe û ji bo ku hestên xwe vebêje ji xwendekaran li gorî derfetên xwe hînî xwendin û nivîsînê dibe û bi rêya derdora xwe hestên xwe derbasî qada dîjîtal dike.

Abbas Karabûlût- nivîskar, dibêje:"Dilê min ketibû keçekê. Piştî ku dile ket keçekê îca min helbest nivîsîn. Piştî wê min stran jî nivîsîn. Min digot û yên li cem min dinivîsîn.Dûv re jî min şand çapxaneyê û wek pirtuk çap kir."

Nivîskar Abbas Karabûlût di pirtukên xwe de bi pirranî behsa aştî û evînê dike û balê dikêşe ku aştî û evin 2 hêmanên xurt û girîng ên jiyanê ne. Di nîvîskariya Abbas Karabûlût de yek ji piştevanên wî jî birayê wî  Cem Karabûlût e. Cem Karabûlût tîne zimên ku ew gelek serbilind û keyfxweş e.

Cem Karabûlût- birayê Abbas Karabûlût, dibêje:"Abbas birayê min e. Heta niha 13 pirtuk nivîsî ne. Ew dibêje û ez jî dinivîsim. Nivîsên ku me amadekirine em dibin çapxanê û dikin pirtuk. Paşê jî van pirtukan difiroşin xelkê."

Nivîskarê Êlihî heta niha li gel derfetên xwe yên kêm kariye yek bi Kurdî yek bi ingilîzî û 11 jî bi tirkî bi tevahî 13 pirtukan binivîse û dide zanîn ku armanca wî ya di dorê de ew e ku Komeleya Parastina Nirxê Manewî damezirîne û ji bo vê yeke wî dest bi xebatan kiri ye jî.