Orkestraya Zarokên Bakurê Kurdistanê li Stanbolê derketin ser sehnê
K24 – Stenbol
Li Gimgima navçeya Muşê, zarokên Kurd ên ku berê bi texte, test û bîdonan mûzîk çêdikirin û piştre jî bi harîkariya mamosteya xwe enstrûmanên modern peydakirin li Stenbolê di mîhrîcaneke mûzîkê de derketin ser sehnê.
Mûzîkjenên biçûk di nav kelecaneke mezinde bi zimanên Kurdî, Tirkî û Ingîlîzî stranên xwe gotin û guhdaran jî ji piyan bo wan li çepikan xist. Piştî konserta ku ji aliyê çapemeniyê ve jî rastî eleqeyeke mezin hatî endamên orkestrayê hestên xwe bi Kurdistan 24ê re parve kirin.
Zarokên Gimgimî ku di jiyana xwe de yekem care derdikevin pêşberî girseyeke ev qasî mezin ji Stenbolê wek kesên navdar vegeriyan gundên xwe.