Hunermend Emar Kûfî zincîreyek ji ahengan li Rojava lidar dixe

Hunermendê Kurd Emar kûfî yê ku yek ji stêrkên bernameya Arab Aydol bû û gihişte qonaxên dawî ji pêşbirka wê bernameyê, bi helkefta cejna Qurbanê seredana Rojavayê Kurdistanê dike û çend ahengan li hin bajarên Cizîra Rojavayê Kurdistanê li dar dixe.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Hunermendê Kurd Emar kûfî yê ku yek ji stêrkên bernameya Arab Aydol bû û gihişte qonaxên dawî ji pêşbirka wê bernameyê, bi helkefta cejna Qurbanê seredana Rojavayê Kurdistanê dike û çend ahengan li hin bajarên Cizîra Rojavayê Kurdistanê li dar dixe.

Hunermend Emar Kûfî ku cara yekemîn e seredana Rojavayê Kurdistanê dike, kêfxweşiya xwe diyar kir, nemaze ku cemawerên amadeyî ahengîn wî dibin, bi coşeke pir mezin pêşwaziya wî dikin.

Ji despêka kirîza Sûriyê ve û ji metirsiya rûdana bûyerên teqîner di komcivînên weha de, aheng û şahiyên hevawa li herêmên Rojavayê Kurdistanê hatibûn rawestandin, lê piştî hinekî aramî hatiye peydakirin hêdî hêdî jiyan mîna berê vediger.