AFP: Aboriya Tirkiye dinav aloziyek mezin de ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Ajansa Fransî France Press (AFP) diyarkir, ku pêşkeftina aborî ya Tirkiye rawestiya ye û roj piştî rojê kartên cuda ji vê rewşa xerab a aboriyê bibandor dibin.
Ligor AFP kerta avadanê yek ji wan kartên ku herî zêde bandora neyênî dîtiye.
Wekî nimûne hilweşandina Grûba Sarot a ku yek ji şirketên herî mêzîn ên avakirinê tê nîşandan.
Di 20ê meha Mijdarê de Grûba Sarot daxwaza alîkariyê ji dewletê kiribû, ev daxwaza wan hate redkirin û şirketê hilweşandina xwe ragihand.
Grûba Sarot li devera Mudurnu ya Boluyê 732 vila avakiribûn, lê niha ew proje di destê wan de ma ye û pêşeroja vê projeyê nayê zanîn, dê çi pê were?
C.B