Efrîn.. Zivistaneke sar û bê sotemenî

K24 – Navenda Nûçeyan Sir û Sermayeke dijwar tevahiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê girtiye û pirsgirêka peydakirina mazotê jî ji bo welatiyan hîn nehatiye çareserkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Sir û Sermayeke dijwar tevahiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê girtiye û pirsgirêka peydakirina mazotê jî ji bo welatiyan hîn nehatiye çareserkirin.

Ev bêtir ji hefteyekê ye bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê rastî pirsgirêka peydakirina mazotê tê. Ew jî bi sedema dijwariya şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û DAIŞê de.

Peydakirina mazotê zehmet bûye, tevî ku dihat gotin sotemenî bi rêya Efrînê re ji navçeyên di destê DAIŞê de ji bo navçeyên din yên rojavayê Helebê dihat veguhestin (Navçeyên di destê rêjîmê de) mazot bi behayekî bilind ji welatiyên vî bajarî re jî tê firotan.

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Rêveberiya Temwîna Efrînê sedema peyda nekirina sotemeniyê li dorpêça li ser Efrînê vedgerîne û dibêje, niha rewş dibin kontrola wan deye.

Petrola Sûriyê bêtir ji sedî 70  li Rojavayê Kurdistanê ye, wate li naveyên di destê Rêveberiya Xweser de, lê ev pirsgirêk ne tenê li Efrînê ye, lê belê ji bajarê Dêrikê heta Efrînê ye û heta niha Rêveberiya Xweser nekariye wê pirsgirêkê çareser bike.