Piranî ya Kargeh ên pîşesazî yên Kirmaşanê dihên daxistin

Nwêner ê parêzgeh a Kirmaşan a Rojhilat a Kurdistanê, di perleman a Îranê de, ragehand: 85% ji dever a pîşesazî û bazarganî ya bajar ê Kirmaşan hatîye daxistin.

K24- Hewlêr

Nwêner ê parêzgeh a Kirmaşan a Rojhilat a Kurdistanê, di perleman a Îranê de, ragehand: 85% ji dever a pîşesazî û bazarganî ya bajar ê Kirmaşan hatîye daxistin.

Qasim Casêmî, newêner ê Kirmaşanê di perleman a Îranê de, di hevpeyvînek a rojnamevanî de bo mêdya yên Îranê ragehandîye : 85% ji kargeh ên pêşesazîç û bazrganî lio Kirmaşanê hatîne daxistin û tenê 10-15% kar dikin û eger a wê jî kêasî yên hikumetê  û berpirsane li beranber arîşe û pêdivî yên parêzgeh a Kirmaşanê.

Berê jî berpirs ên evê parêzgehê ragehandibûn,  ku par sal 206 yeke yên pîşesazî  di wê parêzgehê de hatibûn daxistin û ji encmda sê hezar kes bê kar man.

Li gor amar ên  nafermî, niha parêzgeh a Kirmaşanê , bi yek ji wan sê parêzgehan dihî nasîn ku zêdetirîn rêje ya bêkarîyê têdeye.