Bozdag: Bi lîstika Dolar, dixwazin bandore li hilbijartinan bikin

Berdevkê hukimeta Tirkiyê û Cîgirê Serokwezîr Bekir Bozdag rewşa bihabûna Dolar û Euro beramberî Lireyê Tirkî...

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê hukimeta Tirkiyê û Cîgirê Serokwezîr Bekir Bozdag rewşa bihabûna Dolar û Euro beramberî Lireyê Tirkî, wekî lîstikek hemberî dengderên di hilbijartinên 24ê Hezîranê de binav kir.

Bozdag da xûyakirin: “gava em diçin hilbijartinan dê bixwazin gelek tiştan bikin. Niha bi ser Dolar lîstikan dikin. Dixwazin bandore li hevwelatiyan bikin û hukimetê tewanbar bikin. Em siyaseta aboriyê baş dizanin. Aboriya Tirkiye bihêz e”.

Opozisyona Tirkiye bihabûna Dolar û Euro bermaberî Lirayê Tirkî, wekî siyaseta xelet a aboriyê ya hukimetê destnîşan dike.

 

 

C.B