Geştyariya Tirkiye: Ewrûpayî nayên!

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewşa geştyariyê li Tirkiye, yek ji wan bazaran e ku herî zêde ji aloziyên Tirkiye ber bi xerabiyê ve çû ye. Ligor berpirs û birêvebirên geştyariyê li Tirkiyê, zimanê siyasetê yê tûnd bandorek gelek neyênî li hatina geştyarên Ewrûpayî kiriye.

Herçend di bazara geştyarî ya navxweyî de liv û tevger heye, lê hatina diravî ya bîngehîn ji geştyarên biyanî ne. Sala par, hewla kodetaya serbazî bû egerek girîng ku geştyar nehatin, lê piştî wê rewşa awarte û aloziyên di navbeyna Tirkiye û bi taybetî welatên Yekîtiya Ewrûpayê de kargeriyek weha neyênî kiriye ku, ji sedî 90 rezervasyon hatine batalkirin.