Li Gundên Qosera Mêrdînê av û elektrîk nîn e

Cotkar bi rayedarên Saziya Elektrîkê rûdinên û li hev dikin lê belê piştî demekê car din heman kêşe derdikeve.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ab0fbaaf-a657-4866-a8fc-04d73848bb5c/LiGundenQoseraMerdineKeseyaAvUElektrike-.ism/manifest

K24-Mêrdîn

Li gundê Demîra yê Qosera Mêrdînê ji ber kêşeya elektrîkê û nebûna avê gundiyan nerazîbûn nîşanî rayedarên Saziya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê(DEDAŞ) dan.

Li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî jî li beriya Mêrdînê bi destpêka biharê kêşeya elektrîkê dest pê dike. Ji ber kêşeya elektrîkê gundî bê av jî dimînin. Gundiyên debara xwe bi cotkarî û xwedîkirina ajalan dikin ji ber nebûna avê ne dikarin ajalên xwe û ne jî dikarin erdê xwe av bidin.

Gundî Demîra yê Qosera Mêrdînê jî yek ji wan gundan e ku, ev 4 roj in bê elektrîk û av mane û gilî û gazincên xwe ji Saziya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê dikin.

Derbarê vê yekê welatiyekî ji K24ê re wiha got:"Mar-Su ji me re bi tankêran avê tîne, ew jî bi nîvê milet digihêje. Nîvê  din bê av dimîne. Em vegeriyan 50 sal berê û ava xwe ji bîran tînin, ew av jî nayê vexwarin."

Gundî dibêjin rayedarên Saziya Elektrîkê DEDAŞ bikaranîna kaçax ya elektrîkê dike hincet û ji lewra wan ceza dike lê belê ev yek rast nîn e û kaçaxî ji sedî 5 jî nîn e.

Li ser vê mijarê jî welatiyekî wiha ji K24ê re axifî:"Îro 3 rojin elektrîka me girtine. Ceza dane me, hemû herêm ne gundê me bi tenê. Gel perîşan bûye, em vegeriyan e zemanê berê."

Li herêmê ev 2 salin Saziya Elektrîkê bi hinceta bikaranîna kaçax ya elektrîkê cezayên giran yên pereyan li welatî û cotkaran dibere. Bi taybetî ew kesên çandiniyê dikin bi van cezayan dikevin rewşeke gelekî nebaş. Cotkar bi rayedarên Saziya Elektrîkê rûdinên û li hev dikin lê belê piştî demekê car din heman kêşe derdikeve. Şêniyên herêmê niha ji rewşê bêzar bûne û dixwaze çareseriyek ji vê kêşeyê were dîtin.