Banka Navendî ya Rusyayê, dest danî ser mezintirîn Banka taybet

K24 – Navenda Nûçeyan

Banka Navendî ya Rusyayê dest danî ser mezintirîn banka taybet a Rusyayê Otkritie Bank. Egera vê yekê jî: nekarîna berdewamiya xebatên bankî ye.

Banka Navendî ya Rusyayê ragihand ku, banka Otkrite krediyên di dest bankê de dixe metirsiyê de û çaêlakiyên din ên bankî jî di metirsiyê de ne. Ger banka bi tevayî têkbiçe ev yek dikare gefê liser aboriya Rusyayê jî bike.

Ligor zanyariyan banka Navendî ya Rusyayê dê ji sedî 75 Banka Otkritie bikire.