Li Mêrdînê bazara firotina pêxwarinên Buharê

Gundiyên ku ew mast û penîrê dikirin û tînin bajaran bi erzanî difiroşin. Kîloya mastê pez bi 3 Lîrayên Tirke û kîloya penîrê pez jî bi 7 Lirayê Tirk tê firotin. Herwiha welatiyên li bajêr jî dijîn bi dil rihetî wan qatixan dikirin û dixwin.

K24-Mêrdîn

Mast Li Tirkyê bajarên Bakurê Kurdistanê digel hatina biharê û zêdebûna şînahiya çêrgehan hêdî hêdî pêxwarinên biharê yên bi şîrê pez tê çikirin wek mast û penîr cihê xwe yê di nava bazarê de girt. Yek ji wan deverên ku, mast û penîrê bi şîrê pez hatiye çêkirin ku bazaran de cihê xwe girtiye bajarê Mêrdînê ye.

Li Mêrdîna bajarê Bakurê Kurdistanê eleqeyek mezin ji aliyê welatiyan ve heye ji bo mast û penîrê pez. Welatî ji ber ku gelekî xweş û organik e, ji tehma vî mast û penîrî gelekî hezdikin. Herwiha ji ber ku ji aliyê bûhayê xwe ve jî ne giran e di vî warî kêfa welatiyan hîn zêder li dar e.

Welatiyên ku dixwazin mastê rojane bixwin her serê sibehê zû radibin û diçin dikanên mast firoşan de mastê teze dikirin.

Derbarê vê mijarê welatiyek wiha ji K24ê re got:"Ev tiştana hemû organîk in. Em dibêjin tiştê tun û paqij yên gundan e. Mast jî, a niha bihar e wextê mast e mast pir e. Berê ji hêla Nisêbînê, Cizîrê dihatin li vir dibirin îsal kes tune, kes nayê."

Welatiyên ku li gund dijîn ji bo ku, debara jiyana xwe bikin mîh û bizinên ku xwedî dikin biharê didoşin, mast û penîrê ku digrin dibin bazaran difiroşin.

Derbarê vê babetê jî gundiyek ji K24ê re wiha axifî:"Mast û penîrê mîha heye yê bizina heye. Tiştekî pir muazzam û paqij çêdikin. Li ser navê gundiyan giştikê ez tînim. Rojê herî kêm ez 500-600 kîloyan tînim giş tê firotin."

Dikandarên ku wan qatixên gundan difiroşe dibêje ku, berê ev kar xweştir bû lê niha xweşikbûna vî karî yê berê nemaye.

Derbarê firoştina mast dikandarek wiha got:"Îsal qatix hindekê zêdebûye. Berê ji hêla Nisêbîn, Şirnax û cizîrê dihatin li Qoserê gelek qatix dibirin. Lê niha ev dever giş xerabûne feqîra mexdur bûne û xwediyê ajalan jî qatix çêdikin lê nayê firotin."

Gundiyên ku ew mast û penîrê dikirin û tînin bajaran bi erzanî difiroşin. Kîloya mastê pez bi 3 Lîrayên Tirke û kîloya penîrê pez jî bi 7 Lirayê Tirk tê firotin. Herwiha welatiyên li bajêr jî dijîn bi dil rihetî wan qatixan dikirin û dixwin.