Qamişlo.. Rê li pêş veguhastina zêr vebû

Li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê rê li pêş veguhestina zêr ji Şamê Paytexta Sûriyê hate vekirin. Piştî nêzî 2 mehan ji biryara rawestandinê, bi sedema ku hin zêrên sexte ji aliyê hin zêrkeran ve dihate veguhestin bo bazarên Şamê û bi behaneya ku zêr ji hin girûpên terorîst re li deverê tê firotin.

K24 – Qamişlo

Benka Navendî ya Sûriyê ev biryar da, bi mercê ku di hefteyê de rojeke tenê pişka bazara devera Cizîrê ji zêr were veguhestin, piştî kontrolkirina wê ji aliyê komîteyeke pispor ve.

Serokê Komeleya Zêrkeran li Şamê dibêje ku, ziyanên aborî yên mezin gihiştine nêzî 140  zêrkerên Qamişlo û Hesekê, bi sedema rawestandina veguhestina zêr bo deverê.

Hin zêrker dibêjin, tevî ku rê li pêş veguhestina zêr hate girtin, lê ti kêmasî negihişte bazara Qamişlo, ew jî bi sedema ku zêr ji Tirkiye û Herêma Kurdistanê di riyên qaçax re derbasî deverê dibin.

Benka Sûriyê ya Navendî bi biryara rawestandina veguhestina zêr bo Qamişlo û Hesekê, ziyaneke mezin gihande xezîneya dewletê, çimkî mehane nêzî 37hezar û 250 dolarên Amerîkî wek bace distand.

Ji aliyekî din ve hin pispor dibêjin ku, nirxê zêr girêdayî  2 tiştên sereke ve ye, ew jî nirxê dolar û bermîla petrolê ye. Li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê petrol û dolar peyda dibin û ev yek dihêle ku fişarekê li Benka Navendî ya Sûriyê bike, ku têkiliyên bazirganiyê bi devera Cizîrê re xurtir bike.