Li Rojhilata Navarast tenê Kurd wek netewe îspat kir ku hem sekuler be, hem jî tahamula milet û olên din bike

Keya Îzol:

K24 – Navenda Nûçeyan

Pirsa serxwebûna herêma Kurdistanê, ji babetek navxweyî derketiyê, bûye mijareke navneteweyî ya girîng. Herweha diyar e pêkanîna raya giştî ya xurt di nav gelê me de, wekî pêwîstiyekê derketiye pêş.

Di vê derbarê de, wekî Kurdistan24 me xwest bîr û rayên partî û kesayetiyên navdar ên Kurd li Bakur, bigihînin raya giştî.

Hevpeyvîna ligel Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Keya Îzol:

K24: Hûn konjoktûra neteweyî û navneteweyî di mijara Serxwebûna Kurdistanê de amade dibînin?

Keya Îzol: Belê. Nemaze piştî ku rêxistineke wek DAEŞ derket holê  û bû xetereke mezin ji bo hemû mirovatîyê. Komelgeha navnetewî, çi wek dewletên demokratîk yên rojava û herweha raya giştî ya cîhana demokratîk  bi wêne, dîmen bûn şahîdê êrîşên nemirovane yên DAEŞê. Niha êdî hemû cîhan dizane ku Kurd wek millet di bin talûkeyeke mezin de ne herweha tenya hêzên Kurd dikarin pêşî li barbarên DAEŞê bigrin. Komelgeha navnetewî baş têgiştiye ku DAEŞ ne tenê li Rojhilata Navarast lê belê li hember hemû nirxên miravatîyê talûkeyeke mezin e. Û divê bi her awayî bê sekinandin. Kurdên Başûr û Rojava karîbûn bi qehremanî û qûrbanîyên gelek mezin ew rastîya nîşanî herkesî bidin.

Herweha hat zanîn ku Kurd wek neteweyek nêzikî 40 mîlyon bê dewlet di nav zehmetîyên mezin de ne ku karibin bi her awayî xwe wek milet biparêzin û li hember barbarên DAEŞê şer bikin.

K24: Struktura binameyên dewletî yên herêma Kurdistanê, ji bo ragihandina Serxwebûna Kurdistanê amade ne / têr dikin?

Keya Îzol: Çar dewletên dagîrker û piranîya ji miletên wan eşkere naxwazin ku Kurd xwedî dewleta xwe bibin. Lê îro wek berê biryara vê yekê ne di destê wan de ye. Tesîra wan wek berê nemaye. Herçar jî kêm zêde li ber jihevketinê ne. Îro pirsa wan dê çawa karibin dewlet û sînorên xwe yên heyî biparêzin, e. Hêza wan li hember Kurdan jî hem di warê eskerî hem jî di warê dîplomasîyê de lawaz ketiye. Ew bixwazin an nexwazin Kurd dê dewleta xwe ya netewî pêk bînin û Civata navnetewî jî dê piştgirîya vê pêvajoyê bikin.

K24: Girîngiya ragihandina serxwebûna Kurdistanê, di dema niha de, hûn çawa dinirxînin?

Keya Îzol: Gelek kêmasîyên me hene. Wek îdara Hukumeta Herêm, wek rêxistinên sîyasî, wek rêxistinên sivîl û demokratîk em  îmtîhaneka baş nadin. Em nikarin behsa kampanyayeke berfireh bikin. Bieks gelek kêmasî hene.

Nûçeyên ku di medya Kurdî de tê belav kirin di cihêtê ku alîkarîya pêvajoyê bike zirarê dide pêvajoya Referandûmê û biryara di wî warî de. Rêxistinên sîyasî ku serxwebûnê naxwazin propagandayên gelek xirab dimeşînin. Çawa di nav miletekî bindest ku bi sedhezaran qûrbanî dane û li hember wan talûkeyên mezin hêjî berdewam be, nêrînên nedewletbûnê bînin rojeva gelê xwe? Nimûneyek din di dîrokê de nîne. Li hember wê jî ew kesên ku xwedê giravî serxwebûnê diparêzin giranî didin dijayetîyên di navbera partîyên sîyasî. Heger ew tempo berdewam be dikare zirareka mezin bide temamê vê pêvayoyê. Divê kampanya bi rêk û pêk be, bi aqilane were organîzekirin û bikaribe hemû gelê xwe di dora vê daxwazê mobîlîze bike. Îro rewş ne ew e mixabin.

K24: Radeya pêşketina civatî / neteweyî gihiştiye wê ast a ku serxwebûn, wekî xal a herî girîng hatiye pêş herêma Kurdistanê?

Keya Îzol: Mixabin na. Ew jî di destê me de ye. Em vê daxwaza pîroz çawa dikarin bixin rojevê û wê bicîh bînin. Ragihandina heyî bê ser û ber e, aloz e, tevlihev e, di nav piranîya hemwelatîyan heyecanek mezin pêk nayne. Divê ev kêmasî were serrastkirin.

K24: Dem a dewleta neteweyî qediya ye?

Keya Îzol: Na. Pirsekê n e di cîh de ye. Ma derveyî Kurdan her millet ne xwedî dewlet in? Pirseke wiha di rojeva wan de tuneye. Ji bo çi di rojeva Kurdan de hebe?

K24: Girîngiya serxwebûna Kurdistanê, ji bo netewe / yên, civat û kesayetiya Kurd çi ye?

Keya Îzol: Kurd wek netewe wek kesayet herdem di bin xeterîyeke mezin de dijîn. Pir bi asayî dikarin bibin hedefê hêzên ewleyî ya Dewletên dagîrker, dikarin bibin hedef ji bo nijadperest û şowenîstên wan milletan, bûn hedefa vekirî ya barbarên DAEŞê. Heke hêza te ya netewî tunebe kes nikare te biparêze. Her kurdek jiberku bê dewlet e herweha bêparêz e jî. 

K24: Serxwebûna Kurdistanê, çi bandorek erênî li rewşa ewleyî, aştî û pêkvejiyanê ya herêmê / cîhanê dike?

Keya Îzol: Di seranserê Rojhilata Navarast de tenê Kurd wek netewe îspat kir ku hem sekuler be, hem jî tahamula milet û olên din bike.  Ev xusîsîyet li ba dewlet û miletên din nîne. Lewra jî serxwebûna Kurdan dikare rûpeleka taze di dîroka Rojhilata Navarast veke.  Îdara Başûrê Kurdistanê, tevî hemû kêmasîyên xwe ve di vî warî de nimûneyeke gelek baş e.

K24: Herêm û cîhan amade ye, dewleta Kurdistanê nas bike?-

Keya Îzol: Belê Dinya ew ê nas bike. Lê Dewletên heremê dê mecbûr bin nas bikin.

K24: Rola Serok Barzanî di amadekirin û ragihandina Serxwebûna Kurdistanê de?

Keya Îzol: Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di pêvajoya serxwebûnê de aktorê sereke ye. Bi helwest û beyanên xwe heta îro karibû bawerîyeke mezin bide gelê xwe. Hêvîdar im di rola xwe de bêtir aktîftir be û zûtirîn wext vê erka pîroz bicîh  bîne.