li Diyarbekirê xebatên kolana Qesra Artûkiyan dewam dike

Li Girê Amîda ku di nav Keliha Navîn a bajêr de ye; qesreke Artûkiyan hatiye tespîtkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê piştî navbereke 56 salan, li Sûra Diyarbekirê xebatên kolandina ji bo bermayiyên dîrokî dest pê kir. Li gorî kolyarnasên Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê radigihînin; Li Girê Amîda ku di nav Keliha Navîn a bajêr de ye; qesreke Artûkiyan hatiye tespîtkirin. Li gorî rayedarên qada bermayiyên dîrokî radigihînin; li gorî nîşaneyên ku ew di kolînê de dibînin; dibe ku di bin qesrê de hîn gelek berhemên dîrokî werin dîtin.

Bajarê Diyarbekirê, mazûvaniya 33 şaristaniyan kiriye û ji bilî nirxên ser erdê, tê payîn ku gelek nirx di bin erdê de jî veşarî ne. Yek ji van nirxên dîrokî jî li Girê Amîda yê Keliha Navîn hat dîtin ku li gorî lêhûrbûnên destpêkê, hat diyarkirin; li ser Girê Amîda, Qesra Artûkiyan heye. Li Keliha Navîn a ku di serdemên beriya 8 hezar salan de wekî navenda leşkerî ya şaristaniyan hatiye zanîn, tê payîn ku gelek nirxên cuda yên aîdê şaristaniyên din jî hebin. Şêwirmendê Zanistiya vê kolînê Prof. Dr. Îrfan Yildiz ku di Zanîngeha Dîcleyê de perwerdekar e dibêje; ger şert û mercên darayî dest bidin, dê ev qesir heta 3 salan bi temamî were derxistin.

Şêwirmendê Zanistiya Kolînê Prof. Dr. Îrfan Yildiz ji K24ê re got: "Di salên 1946 û 1947'an de dema li vî girî depoyên avê tên çêkirin, parçeyên çînîyan derdikevin. Piştre di sala 1957'an de dema ku li vê derê îstasyona bazê tê çêkirin, car din hejmareke zêde çînî tên dîtin. Li ser vê yekê di bin serokatiya Perwerdekarê Zanîngeha Stenbolê Oktay Aslanapa de di navbera salên 1961 û 1962'yan de kolîn dest pê dike û Qesira Artûkiyan bi awayê qismî tê dîtin. Niha jî car din ev kolîn dewam dike."

Li gorî lêkolînên kolyarnasiyê ku di bin venêrîna Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyeyê de tên rêvebirin; Alimê Îslamê yê Kurd, Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî ku yekemîn zanistê pergalên otomasyon û zanistên robotîk e, di vê qesra li Girê Amîda de heta 30 saliya xwe xebat meşandine û dibe ku di vê kolînê de berhemên wî jî werin dîtin. Bi destpêkirina vê kolînê jî armanc ew e ku bi saya vê Qesra Artûkiyan, agahiyên dîrokî yên aîdê çend şaristanyên din jî werin bidestxisin. Perwerdekarê Zankoya Kolyarnasiyê yê Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê Doç. Dr. Enver Akin, li ser nirxên binerd dibêje; em texmîn dikin ku di bin vî girî de berhemên aîdê 5 hezar salan hebin.

Perwerdekarê Zankoya Kolyarnasiyê yê Zanîngeha Dîcleyê

Doç Dr. Enver Akin wiha axivî: "Me di 10'ê Îlonê de dest bi kolînê kir. Helbet bendewariyên me gelek zêde ne. Lê li ser vî Girê Amîda, Qesreke Artûkiyan heye. Ev qesir, Piştî Zayînê di navbera salên 1200 û 1220'an de hatiye avakirin. Qesreke 4 hêwanî ye; di bin vê qesirê de li gorî rêzê; bermayiyên Bîzans, Roma, Sasanî, Pers û dibe ku bermayiyên Ûrartûyan jî hebin. Ango tê fêmkirin ku niştecihiyeke Asûriyan li vê derê hebûye."

Li Sûra ku wekî 'Dilê Diyarbekirê' tê binavkirin, dê ji bo derxistina qesrê 22 pispor kolînê bikin û ji ber ku qada kolandinê teng e, dê hejmara pispor û xebatkaran ji 66'an neyê derbaskirin. Hîn di destpêka kolînê de dîtina kevirên rengîn û xemilên mozayîkî dibin nîşane ku dê di derbarê dîroka Diyarbekirê de agahiyên ku nayên zanîn, werin bidestxistin û li gorî kolyarnasan bi vî awayî dê li nirxên bajêr hin nirxên din jî werin zêdekirin.