Li Qamişlo amadekariyên demsala Zivistanê tên kirin
K24 – Qamişlo
Amadekariyên demsala Zivistanê ji dawiya demsala Payîzê ve têne kirin û ji ber ku li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê îsal baran zû bariya, xelkên deverê jî leza xwe dikin ku xaniyên xwe çak bikin û sobeyên xwe jî datînin, lê wekî welatî û firoşkar jî dibêjin, bi sedema ku sobe û alavên germkirinê ji derveyî herêmê tên, hinekî nirxê wan buha ne.